'Her sê saniyeyan Zarokek Suriyê penaber dibe'

12:00

JINHA

STENBOL - Mudurê Komseriya Bilind a Penaberên NY yê Muhammed Fatîh Kadah diyar kir ku zarokên Sûrî ji sê saniyê carek dikevin rewşa penaberiyê.

Ji aliyê Zanîngeha Şaristaniya Navenda Lêkolîna Bahçeşehîr ê konferansa bi navê "Tirkiye û penaberê Sûrî" hat li dar xistin. Di konferansê de Mudurê Komseriya Bilind a Penaberên NY yê Muhammed Fatîh Kadah bilêv kir ku zarokên Sûrî ji sê saetan carek dikevin rewşa penaberiyê. Fatîh, anî ziman ku di sala 2014'an de li gorî qeydên sala herî zêde mirovan cîh guhertiye. Fatîh destnîşan kir ku di tevahiya cîhanê de hijmara peneberan ji 60' mîlyonî derbas kiriye. Ji sedî 4'an zarokin. 20 mîlyon penaberên dervayî welatê xwe dijîn. Her roj 42 hezar û 500 kes ji warê xwe dibe.

(ba/zt)