Gotinên zarokan ên wane didin mezinan
09:05
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Zarokên Edenê bertekên xwe li hember qirkirina Cizîrê nîşan dan û gotin: "Her roj zarok dimirin û ciwan tên qetilkirin. Her dema ku em televizyonê vêdixin ne filîm karton em mirina zarokan temaşe dikin. Êdî ne mirina zarokat em dixwazin ruyê zarokên şanaz temaşebikin."
Di nûçeyên şer û mirinê de herî zêde yên navê wan tên gotin û herî kêm nêrînên wan tên girtin zarokin. Zarokên ku ji nûçeyan û gotinên mezinan 8 rojin dorpêça Cizîrê û qirkirinên li wê ber dewam dikin dibihîsin bi melulî bertekên xwe nîşan didin. Li kolanê tesaduf em rastî 3 zarokên runiştine bi gotinên xwe weke û wane bidin meiznan wiha mezin dipeyîve ji ber çavê me nehatin revandin. Zarokên bi navê D., (14) û Z., (9) ên ku li Taxa Anadoluya Yuregire ya Edeneyê dirunin qurdelên aştiyê yên ku ji aliyê saxiyên jinan ve hatîn amadekirin li pistiwa xwe xistine û şer protesto dikin û dibêjin: "Em êdî naxwazin ruyê şer ê qirêj bibînin. Em cîhana bixwîn a ku mezinên me raberî me kirî naxwazin, em vî şerê qirêj protesto dikin."
'Hun dikujin, em jiyanê dixwazin'
Zarokan şerê berdewam dike çima nayê sekinandin pirsîn û wiha gotin: "Her roj zarok dimirin û ciwan tên qetilkirin. Her dema ku em televizyonê vêdixin ne filîm karton em mirina zarokan temaşe dikin. Êdî ne mirina zarokat em dixwazin ruyê zarokên şanaz temaşebikin."
Zarokê bi navê D., tirsa ku şer pêre çêkirî wiha anî ziman: "Em êdî tehmûla şerê berdewam dike nakin, li gel hevalê xwe em bi mezinek xwe re çun gel saziyên jinan me qurdêleyên aştiyê yên bi 4 zimanan anîn ji bo protestokirina şer bi pistiwên xwe ve kirin. Em heya aştî neyê vî welatî van qurdêleyan ji pistiwa xwe venakin û em şer protesto dikin." D, bilêv kir ku bila ziyan negihe kesê û pêşerojek xweşik û bê mirin bê avakirin.
'Ji bo zarok neyên qetilkirin em qurdêleyên xwe dernaxin'
Zarokê bi navê B, jî bêwatebûna şer wiha anî ziman: "Hun dikujin lê em dixwazin bijîn. Em êdî ji axaftinên ser şer acizbûne, êdî tên xewnên me. Zarokan mirin maf nekirine. Weke hevalê min gotî êdî di televizyonan de ne nûçe em dixwazin filîm kartonan temaşe bikin. Ji bo ku zarokên Cizîr û Silopiya yê bi azadî li nava kolanan de bigerin ji bo zarok di nava kolanan de nemirin emê van qurdeleyan ji pistiwa xwe venekin û şer protesto bikin. Bê xwestin emê di dibistanên xwe de jî van qurdêleyan bixebitînin tenê bila şer bi dawî bide."
'Em ne şer aştiyê dixwazin'
Zarokê bi navê Z., şer çawan jiyana wan bandor dike wiha şîrove kir: "Li kolanan cihê lîstikan nemaye, kolan bûne cihê bombeyên gazê û guleyan. Em gelek ditirsin, em zarok jiyanê dixwazin, her roj ji nûçeyên mirinê bêzar bûn. Em ne şer aştiyê dixwazin. Heya aştiyek mayînde neyê vî welatî emê li her derê qurdeleyên xwe bixebitînin. Em ne şer aştiyê dixwazin û şer protesto dikin."
(zt)