Halê zarok û xwendewanên xizan…

11:06

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Rêveberên dewleta Tirkiyê her ku keysê dibînin 'zarok pêşerojame ne' qîr dikin. Lê belê mijar were ser pratîkê tû gav nayê avêtin. Asya ê ku li Edenê yê dijî anî ziman ku mîna zarokên bi navê Dilan û Polat bi hezaran zarokê li Tirkiyê dijîn ji bo jiyana xwe û mesrefa dibistana xwe derxin havînê di şert û mercên zehmet de tên xebtandin.

Îsal ji ber Cejna Qurbanê vebûna dibistanan taloqî 28'ê Îlonê hat kirin. Çend roj mane ji vekirina dibistanê re ji bo mesrefên dibistanê dê û bav difikirin. Malbatên aboriya wan başin betleneya havînê xweş derbas kirin lê belê malbatê xizan ji bo ku mesrefa dibistanê derxin li betlana havînê de zarok xebitîn.

'Min qet di jiyana xwe de betlane nekir'

Li Edenê her sal buye mina kevneşopî û ji bo amadekirina tirşoya îsotan a zivistanê, zarok ji bo mesrafên dibistanê dest bi kar kirin. Zarokên ku bi paqijkirina îsotan mesrefê dibistanê amede dikin di nava şertên zehmet de dijîn. Zarokên bi navê Asya (15) Polat (9) Dîlan (14) ên ku li taxa Kuçukdilli ya girêdayî navçeya Seyhan a Edenê dijîn ji xwediyê paxçeyê bi kîloyan îsotan digrin û li mal paqij dikin. Asya wiha got: "Em jî betlana xwe mina zarokên din dixwazin bi kef derbas bikin." Min qet di jiyana xwe de betlane nekir, ji ber aboriya malbata min ne başe derfetê me tune ye em betlane bikin."

'Ji bo ku ez bikaribim bixwînim hewceye ku ez bixebitim'

Asya anî ziman ku ew ji bo pereyê wesayîta dibistanê derxin dixebitin û got: "Ji xeynî pereyê wesayîtê, em ji bo cil û pêlav bistînin jî dixebitin. Di mal de em 4 xweşik û birane û malbata min di şert û mercên zehmet de dixebitin. Em neçarin ku bixebitin. Ji ber vê em îsotan paqij dikin. Her kiloyek bi 50 quruşî em paqij dikin. Rojê 10-10 tl em qezenç dikin. Heta derengê şevê em îsota pakij dikin û pêçîkên min av digrin. Ji bo ku ez bikaribim bixwînim hewceye ku ez bixebtim."

Kürt halkına yönelik yaşanan saldırı ve katliamlardan çok etkilendiğini belirten Dilan, savaş istemediklerini ve çocukların özgür bir dünyada yaşaması gerektiğini söyledi.

'Ji ber ku îsot pir tûjin bişev nikarin razêm'

Dîlan jî ku li taxê dijî mina Asya îsotan paqij dike û mesrefa dibistanê derdixe. Dîlan anî ziman ku ew gelek ji komkujî û êrîşên ku li dijî gelê Kurd pêk tê bi bandor dibe û got ew şer naxwazin û wek zarok di nava cîhanek azad de dixwazin bijîn. Dîlan wiha domkir: "Di Cîhane dê gelek zarok di derfetên baş de dijîn û zarokên weke me jî dixebitin. Ji ber îsotê destê me dişewite û em nikarin dest bidin cihekî. Ji ber ku îsot pir tûjin bi şev em nikarin rakevin."

'Eger pereyê me hebaya wê dayîka me em biribana sînama û deryayê'

Polat ê 9 salî anî ziman ku betlaneya havînê de qet ne çûyê sînema yê. Polat wiha got: " Min jî dixwest mîna zarokên din bazdim, bileyzim kefxweşbim. Lê belê ji ber ku pereyê malbata min tuneye nikarin min bibin sînemaye jî. Ez ji dibistanê pir hez dikim û ji ber ku neçarim dixebitim."

(ha/rc)