Zarok: Em di vê cejnê de aşitî û aramiyê dixwazin
09:42
JINHA
STENBOL - Zarokên herî ji şer bandor dibin daxwaza wan aştiye. Zarokê binavê Emre yê 14 salî got; "Ez di cejnê de dixwazim çek bêdeng bin" Enes ê 10 salî jî wiha got; "Bila di cîhanê de aşitî û aramî hebe."
Li Tirkiyê û Kurdistanê ji bo ku welatî pêdiviyên xwe yên cejnê dabîn bikin derketine bazaran. Li Stenbolê ji bo cejna qurbanê malbatan zarokên xwe girtin û xwe avêtin Pazara Jinan a Fatihê ji bo pediviyê xwe dabîn bikin. Hemû şer herî zêde ser jin û zarokan bador dike. Li pazara Fatihê jin û zarokan daxwazên xwe wiha anîn ziman: "Em di vê cejnê de aşitî û aramiyê dixwazin." Aynur Yaman a ji bo pêdiviyên cejnê neviyê xwe li gel xwe aniyî bazarê wiha axivî: "Ez di vê cejnê de aşitî dixwazim, dema borî de cejin bi coş derbas dibûn lê belê dem guherî tu tiştek ne mîna berêye bila ev şer biqede."
'Di vê cejnê de bila li cîhanê aşitî û aramî bibe'
Aynur anî ser ziman ku coşa cejnê berê ne mane, berê ew di cejnan da digeriyan lê niha ji ber şer tiştek wiha nemaye. Aynur da zanîn ku li welatê wan cejin xweş bûn lê belê wê demê de her tim şer heye û bila şer bisekne.
Li pazara Fatihê zarokê bi navê Emre yê 14 salî jî got; "Ez di cejnêde dixwazim çek bêdeng bin. Ez dixwazim di cejnê de bigerim harim serdana xizmên xwe bil cejin bi coş derbas bibe."
Enes ê 10 salî jî got "Bila di cîhanê de aşitî û aramî bibe" Enes wiha qala aştî û aramiyê kir: "Aramî mirov di nava jiyanek bê şer û aram de dijîn. Mirov dinava danustandinek ser bingehê heskirin û hestiyariyê dijîn."
(ha)