Perperok dê zarokan bi kurdî perwerde bike

09:31

Medya Cebe-Nişmiye Guler/JINHA

WAN- Mala Xwedîkirina Biroj û Kreşa Perperok, li gel hemû astengiyên walîtiya Wanê dest bi sala nû ya perwerdehî û hîndekariyê kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mala Xwedîkirina Biroj û Kreşa Perperok, ji bo perwerdehî û hîndekariya zimanê kurdî xist xizmeta zarokan.

Mala Xwedikirinê û Kreşa Perperok, di destpêka vekirinê de rastî astengiya walîtiyê Wanê hatibû. Walîtiya Wanê, bi hinceta "Li dijî rêziknameyê û sincê giştî ye", Dibe ku rê li pêş cudahî û perçekirinê veke" û "Li gorî zimanê biyanî hatiye avakirin" navê wê red kiribû. Lê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gel hemû astengiyên Walîtiyê Mala Xwedîkirinê Perperok ji bo perwerdehî û hîndekariya sala 2015-2016'an xist meriyetê. Mala Xwedîkirinê Biroj û Kreşa Perperok li taxa Şabaniyê ya Wanê li ser 4 qatan hatiye avakirin û bi baxçe ye. Li avahiyê revîrek, 5 polên hîndekarî û perwerdehiyê, 3 odeyên lîstikê û 2 odeyên razanê hene. Kreşê dê perwerdehiya kurdî bide zarokan û zarokên temenê wan 3-6 salî dê karibin xizmetê wergirin.

Hîndekara Krejê Taybet Taniş Ergenç, diyar kir ku li gel hemû astengan û hemû kesan disa ev krej vekirin û perwerdehiya kurdî didin zarokên xwe. Ergenç, anî ziman ku zarokên wan bi tevahî perwerdehiya kurdî dibînin û li gel perwerdehiya kurdî zarokan fêrî çand û kevneşopiya wan jî dikin û wiha got: "Dibisbtana me li gorî demek dirêj û hemû şert û mercan hat plankirin. Ji bo perwerdehiyek zanistî û demokratîk û bi bingeh hat fikirandin û armanckirin. Dê li ser bingehekî zexm û perwerdehiyek qenç zarokan perwerde bikin.Ji bo zarok karibin bi kurdî bifikirn û bi kurdî bijîn dê hemû derfetan nîşanî wan bidin."

'Hîndekarên me 2 mehan perwerdehiya kurdî girtin'

Taybet, destnîşan kir ku ew îmze davên bin xizmetek yekem û wiha berdewam kir: "Armanca me ya sereke em zarokan hem bi kurdî perwerde bikin û hem jî kurdî fêrî çanda wan bikin. Em dixwazin zarokan li gorî kevneşopiyên wan mezin bikin. Dê li Kreşê dersên xêzkirin, ziman, dram, muzîk, matematîk û hwd bê dayîn.Em dê çîrokên kurdî ji zarokan re bêjin. Niha 72 zarok bi kurdî diaxivin. 5 polên me yên perwerdehiyê hene. Ji bo zarok di aliyê civakî de pêş bikevin atolyeyên dans, sînema, kişik, werjîş û gelek qadên din hene. Hemû xebat û perwerde dê bi kurdî be. Hîndekarên dersan bidin 2 meh perwerdehiya kurdî wergirtine. Niha 17 xebatkarên me hene. Hemû xebatkar jin in. Dîsa hemşîreya me jî her dem li vir amade ye."

Taybet, da zanîn ku armanca wan zarokan bi kurdî fêr ziman û çanda wan bikin û li gorî çanda neteweyî mezin bikin. Taybet, destnîşan kir ku di aliyê maddî de tu berjewendî û armanc tune û Mufredat li gorî Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî (UNİCEF) amade kiriye. Temel, bilêv kir ku wan 2 mehan xebata amadekariyê kir û kedek mezin dane vê xebatê. Taybet, destnîşan kir ku zarok ji vê perwerdehiyê pir hez dikin û kêfa wan pir ji vê kreşê re tê.
'Zarok ji ber bi zimanê xwe fêr dibin pir kêfxweş in'

Hîndekara Pêşdibistana Xalxalokê Hamdiye Çifçî jî anî ziman ku niha 16 xwendekarên wan ên temenê wan di navbera 5-6 salî de hene û lîstik û zûgotinan bi kurdî fêrî wan dike. Hamdiye, anî ziman ku ji ber zarok bi zimanê xwe fêr dibin pir kêfxweş in.

(mae)