Di çavên zarokên Cizîrê de 9 roj tekoşîn

11:33

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê 9 roja hemberî rêveberiya awarte tekoşîn hatibû kirin, me li tekoşîna di çavên zarokan de nêrî. Di bin siya bombe û çekan de zarokên mezin dibin anîn ziman ku "Gotin bikin polîsan jî hatin malên me şewitan din wêran kirin, em birçî û tî man bi rojan. Ji ber ku em Kurd bûn wana anîn serê me."

Li navça Cizîrê a Şirnexê di nava 4-12 Îlonê de bi biryara qedexekirina kolana rêveberiya awartedest pê kiribû û bi rojan êrîş berdewam kirin. Di êrîşan de 7 jê zarok 21 kes qetil kirin. Ji Muhammedê 35 rojî heya Mehmet Erdoganê 75 salî hedef girtibûn, gelê Cizîrê hemberî komkujiyê bi tekoşîn ber xwe dan. Piştî rêveberiya awarte rabû gelek welatî çûn Cizîrê tiştên dîtin anîn ziman lê belê tû kes ji çavên zarokan dorpêç û tekoşînê ne anî ziman.

Me jî mîkrofona xwe dirêjî zarokên di bin çek û bombe yan de mezin dibin û gotinê anîn ziman bi we re parve dikin.

M.O.(9): Bi rojan şer berdewam kir, gule li malan ketin. Gule li mala me jî ket, tim dengê çeka dihat. Erdogan ji polîsan re got bike û em nikaribûn ji malê derketina me ava bîrê wedixwar.

G.G. (10): Em nikarbûn derketina kolana cîranê dihatin me avê dida wan em radiketin lê belê dengê bombê dihat em pir ditirsiyan şiyar dibûn.

N.K. (12): Ji nişkave hatin qedexekirina kolana bang kirin. Ji Erdogan bîryar girtibûn. Gotin li Cizîrê terorîst heye û me kuştin. Bi şev di saet 20.00'an de bombebaran kirin, malên me bi kepçê xirakirin û polîsan malên me şevitandin. Me alikariya cîranên xwe kir. Em Kurdin û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li ber xwe bidin. Em nahêlin ku ew têkevin taxên me.

D.U.T (10): Tayyip emir da şer bang kir ew jî hatin. Malên me şewitandin, me bê av hêştin û nanê me tinebû. Dukana girtin, şehîdên me çê bûn û gel giriya ji ber ku em Kurd bûn wana anîn sere me.

R.A. (14): Erdogan kir. Binêre mala me çiwa bû hedefa gule yan. Polîsan li me xistin ku em birevin lê belê em ne reviyan bi hev re man liv ir.

(ha/zt)