'Ez ji dibistana xwe hez dikim lê çima bi zimanê min perwredê nadin min?'

12:12

JINHA

EDENE - Li navçeya Seyhana Edeneyê tevlîbûna boykota dibistanan gelek zêdeye. Zarokên dibistan boykontkirin gotin: "Em dixwazin bi zimanê em li malê pê dixivin li dibistanê perwerde bibînin. Em ji dibistana xwe hez dikin lê çima bi zimanê me perwerdê nadin me."

Bi daxwaza "perwerdeya bi zimanê dayîkê" boykota hatî despêkirin li Kurdistanê dibistan vanelen. Li gelek deverên Tirkiyê yên ku bi gelemperî kurd lêdijîn rêjeya tevlîbûna boykotê gelek zêdeye. Li Taxa gulpinar a navçeya Seyhana Edeneyê zarokên dibistan boykotkirin li kolanan dilîzin. Dema ku me pirsa "Çima hun ne li dibistana nin?" ji zarokan pirsî bersiva zarokan cihê şaşwaziyê ye.

Berfin (08): Ez diçim refa duyan, gelek ji dibistanê hezdikim ji ber xwendin û nivîsînê hîn dibim. Ez gelek ji hevalên xwe hezdikim. Lê ji ber ku bi zimanê min perwerdê nadin min ez heznakim. Ez dixwazim hînî kurdî bibim û di pêşerojê de bibim mamostayê kurdî. Ez dixwazim zimanê xwe hînî xwendekaran, xwişk û birayên xwe bikim. Lê vê derfetê nadin me. Ji ber li dibistanan bi zimanê kurdî wane nadin. Em dixwazin hînî zimanê xwe bibin.

İpek (13): Ez dixwazim bibim mamostayê kurdî û perwerda kurdî bidim xwendekarên xwe. Ez dixwazim zimanê xwe binasim û hînî hevalên xwe bikim. Ji ber wê ye ez tevahiya hefteyê naçim dibistanê û beşdarî boykotê dibim. Ez gelek ji xwendinê hez dikim. Çawa ku waneyên înglîzî jî hene, em dixwazin bi zimanê xwe wane bibînin. Emê jî dibistana ku zimanê me yê dayîkê têde tineye hefteyekê boykot bikin û emê neçinê."

Ayşe (9): Ez êdî zimanê xwe ji bîr dikim, ji ber em li malê zimanek cuda, li dibistanê cuda dibînin. Ez dixwazim bi zimanê dayîka min pê dipeyîve perwerdê bibînim. Ez li dibistanê zimanek cuda, di malê de zimanek cuda dibînim. Ez ji mezinan dipirsim çima em nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin.?

(zt)