'Zimanê min dayîka min, ma ezê çawan dayîka xwe jibîr bikim'

09:15

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê boykot dibistanan berdewam dike. Zarokên dibistan boykotkirine li kolanan dilîzin gotin: "Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bibinin ji ber wê ji em naçin dibistanên tirki."

Bi daxwaza "perwerda zimanê zikmakî" li Kurdistan û gelek deverên Tirkiyê yên ku bi gelemperî kurd lê dijîn boykota dibistanan berdewam dike. Li deverên weke Colemêrgê jî bi giştî dibistan valane û hemû zorak di nava kolanan de dilîzin. Me li Taxa Kanikakewê ya Colemêrgê dema ku mikrofun dirêjî zarokên dibistan boykotkirine û di nava kolanê de dilîzin kir zarokan wiha nêrînên xwe yên ji bo daxwaza zimanê dayîkê anîn ziman:

Gurbet Kanat (12); Ez pola duyemin dixwinim. Ez hez dikim bi zimanê zikmakî perwerdê bibinim. Ez naxwazim herim dibistanên tirki û fêrî zimanê tirki bibim. Ez bi malbata xwe re kurdi diaxivim, loma gava ez diçim dibistana tirki ez kurdi dihêlim mal û diçim jiyana min diguhere. Ez nikarim li dibistana tirki kurdi bipeyivim. Zimanê min dayika mine gelo mirov dê çawa dayîka xwe jibir bike. Ez ji ber vê yekê dibistanê boykot dikim. Ez bi zimanê xwe perwerdê dixwazim.

Bûşra Temeş (14); Ez dixwazim bi kurdi hin bibim; lê belê dema diçim dibistanê derdora min hemu tirki diaxwinz, jî neçar dimînim ku tirki hin dibim. Ez hez nakim her tim tirki biaxivim. Ez kurdi hez dikim lê derfetên me tune ne. Zimanê min hebuna mine ji bo wê ez dixwazim perwerda ziman bibinim. Zimanê min bila qedexe nekin.

Cumhur Oner (12); Bila bi zimanê me perwerdê bidin me. Em zimanê xwe hez dikin. Gava em diçin dibistanê neçarî zimanê tirki dibin. Ez nizanim tirki xwe bianim ziman. Ez kurdi diaxivim loma hevalên min hemû bi min re li dibistanê tirki dipeyivin. Ez zimanê xwe hez dikim ji ber wê ez naçim dibistanên tirki. Em perwerda ziman zikmakî dixwazim zimanê zikmakî mafê me ye, lê çima perwerda ziman nadin me?

(zyd/zt)