Li Rojava hemû zarok bi zimanê dayîka xwe perwerde dibînin
09:10
Ebîr Eheme - Rûksen Efrîn/ JINHA
HESEKÊ - Mamosteya Dibistana Mezin Hesên ya bajarê Hesekê Sakîne Heso derbarê perwerdehiya sala nû de nirxandin kir. Sakîne diyar kir ku her gel bi çand û zimanê xwe heye û wiha got: "Ziman hebûna gelane. Divê bi nifşa nû em hebûna xwe pêş bixin û bi rêxistin bikin."
Li Rojava piştî amedekariya perwerdehiya sala nû li hersê Kantonan dibistan hatin vekirin. Derbarê pêşveçûn û coşa zarokan a dibistanê mamosteya Dibistana Mezin Hesên ya bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê Sakîne Heso nirxandin kir. Sakîne diyar kir ku piştî amedekariyek berfereh a pirtûk, mamoste û dibistanê ew dest bi perwerde kirine û wiha got: "Zarok bi vebûna dibistanê û perwerdehiyê gelek kêfxweşin. Li dibistanan bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî ders tên dayîn."
Sakîne diyar kir ku ew deh roje dibistana bajêr vekir û wiha got: "Perwerdeya beşa yekem, duyem û sêyem wê berdewam bike. Her zarok bi zimanê dayîkê perwerde dibîne. Kurd bi kurdî, Ereb bi Erebî û Suryanî bi Suryanî dibîne. Ev pergal ji aliyê her kesî ve despêkê ne dihat fêmkirin, lê bi rûniştina sistema perwerdehiyê re êdî baştir tê fêmkirin.
Sakîne destnîşan kir ku divê ji bo piştgirya dibistanên Rojavayê Kurdistan rewşenbîr û zanyarên Rojava bikevin nava liv û tevgerê û wiha got: "Li Rojava gavên dîrokî bi berdêlên mezin hatin dayîn. Divê her kes ji aliyê xwe ve ji bo bihêzkirina perwerdehiya sala nû bikeve hewldanan. Zarok pêşeroja me ne. Ziman li ser nifşê nû wê pêşbikeve û bihêz bibe. Pergala me ya perwerdehî wê ji tevahiya gelê Rojhilata Navîn re bibe modela jiyana nû. Em ê bi nifşa nû re çanda xwe bidin jiyan kirin."
Zaroka Ereb ya bi navê Emenî Ehmed jî derbara perwerdehiya nû de wiha got: "Ez ji sala nû a perwerdê gelek kêfxweşim. Ji ber di dibistanê zimanê Kurdî û Suryanî jî heye em kêfxweş kirin."
Di dawiyê de zarok stran bi hevre gotin û hestê herkes vegerand zaroktiya wan.
(rc)