Di xeyalên zarokên ku maxdûrên erdhejê ne tenê xaniyek heye

09:30

JINHA

Hulya Okalîn - Nîşmiyê Gulen/JINHA

WAN - Zarokên ku maxdurên erdhêja di 23'ê Cotmeh û 9'yê Mijdara 2011'an de li Wanê pêk hatibû hîna di konteyniran de dijîn, diyar kirin ku di xeyalên wan de tenê xaniyekî gerim û jiyanek xweş heye.

Di 23'ê cotmeh û 9'ê mijdara 2011'an de li Wan û navçeya Erdîşê 2 erdhejên mezin pêk hatibûn. Di erdheja pêla wê 7.2 û 5.6 pêk hat de 644 kesan jiyana xwe ji destdan û bi hezaran kes jî birîndarbûn. Dîsa li Wan û Erdîşê 28 hezar xanî hilweşiyan, bi hezaran welatî bêxanî man û maxdur bûn. Di ser erdhejê de ev 5 sal derbas bû lê hêj pirgirekên welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyan û bê xanî man hêj li benda alikariyê ne. Welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane li bajarê konteyniran hatin bicihkirin. Gelek welatî piştî çêkirina avahiyên TOKİ'ê di avahiyan de hatin bicihkirin. Lê her çiqas di ser erdhejê de 5 sal derbas bûbe jî 28 malbat hêj di bajarê konteyniran de jiyana xwe berdewam dikin. Welatiyên ku ji ber xizaniyê nikarin bikevin xaniyên kirê û di avahiyên TOKİ'yê de nehatin bicihkirin, di konteyniran de di nav şert û mercên giran de li benda alikariyê ne.

'Ji bo ji konteyniran derkevin av û ceyrana wan qut dikin'

Walîtî û AFAD'ê ji bo welatiyên ku ji ber necariya xwe di konteyniran de dijîn, dekevin av û ceyran li ser wan qut dike. Walatiyên ku necar in niha ketine nav fikaran ku dê çawa zivîstana zeqem derbas bikin. Hêjayî gotinê ye ku di erdhejê de herî zedê jin û zarok maxdur in. Zarokên ku di konteyniran di şart û mercên giran de dijîn tenê daxwaza wan jiyanek xweş û xaniyek gerim e.

'Tenê di xeyalê min de xaniyek heye'

Zaroka bi navê Rabiya Toprak (9) diyar kir ku rewşa wan a di konteyniran de qet nebaş e û gelek zehmetiyan dikîşînin. Rabiya anî ziman ku ew di maha zivîstanê de gelek dicemidin û wiha axivî: "Dema ku maha zivîstanê tê dinya pir dicemide. Ji ber zivîstana vir pir berf dibare em dicemîdin û nexweş dikevin. Tenê xeyalê min de xaniyek heye. Daxwaza me ew e ku wek her kesî xaniyekî me çêbe û em wek her kesî di xaniyê xwe de di nav germahiyê de bijîn."

'Em jî dixwazin di xaniyan de bijîn'

Zaroka bi navê Rabîa Goren (9) jî ev destnîşan kir ku ev di nav gelek şert û mercên giran de dijin û wiha got: "Helbet em jî wek hemû zarokên din dixwazin di nav xaniyeke xweş û germ de bijîn. Ji ber xaniyê me tune em nikarin bixwînin û me jî dixwest ku xaniyekî me hebûya."

'Em ne di hêma tu kesî de ne'

Zaroka bi navê Jiyan Ara jî daxwazên xwe wiha anî ziman: "Hemû kesên ku li vir dijîn tev xizan û maxdur in. Pêwistiya her kesî bi xaniyek hene. Bi salan e ku em di nav şertên giran de dijîn lê em ne di hêma tu kesî de ne. Heya niha tu kes li me ne pirsiyê, eger bipirsin jî em ê matmayî bimînin."

'Bi rojan e em di nav tarîtiyê de ne'

Zaroka bi navê Yasemîn Bayir (10) jî ev tişt got: "Walî dixweze ku em ji vir bicin. Lewra ceryanê me qut dikin. Em bi rojan e di nav taritiyê de dijîn. Erdogan di bêje ku 'Ez ji zarokan hes dikim' ev heskirinekî çawa ye. Em bi salan e bêxanî dijîn haya tu kesî ji me tune. Em jî wek hemû zaroka dixwazin ku xaniyê me çêbe û wek her kesî bijîn."

(rc)