'Ez nikarim dengê xwe bikarbînim lê dîsan jî dibêjim HDP'ê'

09:19

JINHA

COLEMÊRG - Li kolanên Colemêrgê zarokan danazanên HDP'ê daliqandin. Zarokan piştgiriya xwe a ligel HDP'ê tînin ziman û wiha dibêjin: "Em zarokin nikarin dengê xwe bidin HDP'ê lê cardin jî em dibêjin HDP'ê."

Li kolanên Colemêrgê xebatê hilbijartinê bi piştgiriya zarokan pêk tê. Zarok bi coşek û hêviyek mezin danazanên HDP'ê a hilbijartina 1'ê Mijdarê li welatiyên bajêr belav kirin û wêneyên Hevserokên HDP'ê ên Giştî Salahettîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag li ser dîwarê Kolanan daliqandin. Zarokê bi navê Mûcahît Duman a 14'e salî kêfxweşiya xebatê anî ziman û got: "Ji bo ku birayên me ên leşker û gerîla neyên kuştin, ji HDP'ê re dibêjim erê. Ji ber partiya herî ku baş nûnertiya me bike HDP'ê ye. HDP'ê bêy ku ferq bixe navbera zarok, ciwan û jin de dixebite. Ez ji HDP'ê pir hezdikim. Em ê kolanên Colemêrgê bi rengê HDP'ê bixemlînin."

'Ji ber ku HDP'ê partiya gelane gelek jê hezdikim'

Zarokê bi nav Sînan Orhan a 13'e salî jî diyar kir ku ew ji HDP'ê gelek hez dike û wiha got: "Ji ber ku HDP'ê partiya gelane gelek jê hezdikim. Dema ku ez danazanên HDP'ê li welatiyan belav dikim, ez hîsdikim ku min peywira xwe aniye cih. Em nikarin dengê xwe bikarbînin lê disan dibêjin HDP'ê."

'Ji bo pêşeroja mirovahiyê dibêm HDP'ê'

Her wiha Hamza Duman a 15 salî jî kêfxweşiya xebatê anî ziman û got: "Gava ku ez danazanê belav dikim, di dilê xwe de dibêjim ku min peywira xwe a ji bo aştî û wekheviyê bi cih aniye. Lê mezinên me ji bo aştiyê çidikin. Dema ku ez danazanê HDP'ê didim welatiyên Colemêrgê gelek kêfxweş dibim. Wê gavê mezinên me şerim dikin. Barê aştiyê ne girane, lê hemû wisan difikirin ku girane. Ez nikarim dengê xwe ji ber temenê xwe bikarbînim lê ji bo pêşeroja mirovahiyê dibêjim HDP'ê."

(zyd/rc)