Jiyana zarokan bi Navenda Cîhana Zarokan re tê guhertin

12:45

JINHA

QAMIŞLO - Navenda Cîhana Zarokan a Astengdaran hewl dide alîkariya zarokên astendar bike û afrîneriya zarokan pêş bixe.

Desteya Jin a Kantona Cizîrê di 8’ê sibata 2015’an de li taxa Qedûrbeg a bajarê Qamişlo Navenda Cîhana Zarokan a astengdaran vekir. Di destpêka vekirina navendê de nêzî 20 zarokên astengdar ku temenên wan di navbera 2 û 12 salan de bûn hatin qeydkirin. Navend ji aliyê 12 mamosteyên pispor ve tê birêvebirin û bi hemû hêza xwe hewl dide afrîneriya zarokên astengdaran pêş bixe û wan perwerde bike.

Niha di navendê de 58 zarokên astengdar ên ji hemû pêkhateyên bajêr hatine qeydkirin. Kadroya navendê û mamosteyên pispor bi şêwazên taybet danûstandina van zarokan dikin û wan perwerde dikin. Her wiha bi hemû hêza xwe hewl didin van zarokan bi awayekî asayî beşdarî civakê bikin.Navenda dabeşî du dewaman hatiye kirin û di danê sibê de 29 zarok ji saet 08.00’an heta 12.00’an û di danê êvarî de jî 29 zarok ji saet 13.00 heta 16.00’an tên perwerdekirin. Betlaneya navendê jî rojên în û şemiyê ne.

(rc)