Şahiya werzîşê didome

11:28

JINHA

AMED - Şahiya werzîşê ji bo zarokên navçeya Sûra Amedê ên ku qedexeya derketina kuçeyê nikaribûn derkevin kuçê û kolanan ji bo wan hatiye lidarxistin, zarokan demeke xweş borand. Zarokên ku rûyê xwe rengandin, li pisqêletan siwar bûn, xwe li ser trambolînê hilavêtin, tenîs, golf û futbol leyîstîn.

Midûrtiya Şaxa Werzîşê ya bi ser Serektiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şahiya werzîşê ji bo zarokên nav Sûrê pêk anî, zarokên taxa Hasirli beşdarî vê şahiyê bûn. Şahiya werzîşê duh li Kuçeya Haci Mahmûd a Hasirliyê pêk hat. Ekîbên Şaxa Sporê, danê sibê kolana şahîyê ji trafîkê re girt, trambolîn, sehaya biçûk a futbolê, korta biçûk a tenîsê û seheya biçûk a golfê li vê derê saz kirin. Zarokan destpêkê rûyê xwe rengandin, paşî li pisqêletan siwar bûn, xwe li ser trambolînê hilavêtin, tenîs, golf û futbol leyîstin û demeke xweş û şahî borandin.

Di rojekê de du çalakî

Midûrtiya Şaxa Werzîşê bala xwe dan wê yekê ku zarok diçin dibistanê, ji ber vê yekê jî şahiya werzîşê ji bo zarokên danê sibê cuda, ji bo zarokên danê piştî nîvro cuda li dar xist. Di Şahiya Werzîşê de endamên Komûna Sporîstên Ciwanên Azad ên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û xwendekarên Dibistana Bilind a Perwerdeya Bedenî amade bûn.

(rc)