Li welatê xewnên nayê guhertinde zarokên şer
09:38
Şehrîban Aslan / JINHA
AMED - Bi salaye ku şerê li Kurdistanê diqewme herî zêde li ser zarokan bandor kiriye. Mînakê dikarin ku ev 5 roje li Farqînê derketina qedexekirina kolana heye bidin. Zarokan ku ji şer dûr bixin di xevn û xeyalê zarokan de jî ne mimkune.
Li navçe ya Farqînê a Amedê şeş cara ku qedexekirina kolana hat îlankirin, ji aliyê polîsên taybetve 10 welatî hatin qetilkirin. Herî dawî ev 5 roje li taxên Tekel, Mescîd û Konax a girêdayê navça Farqîn a Amedê qedexekirina kolana de 4 welatî hatin qetilkirin. Li taxên Tekel, Mescîd û Konaxê hejî qedexekirina kolana ranebûye. Dibînin ku rewşa şer herî zêde li zarokan bandor dike. dema saeta leystika zarokan de dengê bomba zarok ditir. Ji nava lîstokên zarokan gotinên weke "Dîsa deng tê, bombe teqiya û dê tax dîsa weran bibe" bilind dibin. Zarok dibin bombebaranê de zarokantiya xwe berdewam dikin.
'Rewşa şer li ber çavên zarokane'
Zarokên di bin bandora şer de li kolanan dileyzin wiha gotin: "Em heya serê sibê nikarin razên, hem ditirsin hem jî zêde dengê teqînê tê. Eger em razên jî berdestê sibê bi dengê bombe ya şiyar dibin. Dema bombe ditaqin malên me mîna erdhej çêbibe diheje."
Rewşa tê jiyandin bi hestiyarî nêzik dibin û li Kurdistanê rastiyê parve kirin bûye mîna felsefeyê. Li Kurdistanê tiştê tê jiyandin na şerê li ser trajedi ser zarokan avakiriye dê di pêşerojê de derkeve pêşya me. Rewşa şer li ber çavê zarokan diqewme û şer ne di xewnên zarokan de cîh digre û nejî dikarin têkevin xewnên zarokan.
(ha/zt)