Komeleya Rojeva Zarokan: Mafê zarokan ê jiyanê tê binpêkirin
09:16
JINHA
ENQERE - Li Farqînê qedexeya derketina kolanan roja 12'an li peyî xwe hêla, tabloya derketî holê cidiyetê radixe berçavan. Ji Komeleya Rojeva Zarokan Ezgi Koman Hevpeyîmana Mafê Zarokan a Netewên Yekbûyî bibîrxist û diyar kir ku divê dewlet jî li gorî hevpeyîmana navnetewî tevbigerin.
Li gorî rapora ÎHA'ê ji 7'ê Hezîranê heya 9'ê Mijdara sala 2015'an 128 sivîlan jiyana xwe jidest dan û 195 sivîl jî birîdarbûne. Gelek ji wan ne li deverên şer bi guleyên dewletî hatî qetilkirin. Ji 128 sivîlên hatin qetilkirin 41 zarokin.
Li Farqînê berxwedana gel a li hember terora dewletê 12 roj li peyî xwe hêla. Li Farqîna ku di êrîşan de welatî jiyana xwe jidest didin, dibin êrîş û îşkalê de berxwedana gel berdewam dike. Girêdayî rewşa Farqînê ya dibin êrîşan de agir bi malan dixin û tayîbetî jî zarokan hedef digirin Ji Komeleya Rojeva Zarokan Ezgi Koman da zanîn ku qirkirina Farqînê bi ti awayî nayê pejirandin û wiha domand: "Ji Farqînê gelek nûçeyên bidîmen tên. Deverên ku zarok lêdijîn, yan dimirin yan jî xizmên xwe winda dikin herî kêm ji vê tindiyê re şahidiyê dikin. Lê berpirsiyariya dewletê vekiriye. Peyîwira wan di her şert û mercan de heya di navendên şer de jî navendek a ji bo ku zarok ziyanê nebînin avakirine."
'Dewlet mafê zarokan ê jiyanê binpê dike'
Ezgi bilêv kir ku dewlet berpirsiyariya xwe nayîne cîh, zarokan weke terorîst îlan dikin, êrîşî wan dikin û wan qetildikin û wiha berdewam kir: "Dewlet mafê zarokan ê jiyan, parastin û di nava aştiyê de jiyan kirinê binpê dike."
'Tişta divê lezgîn bê kirin dest ji şer berdane'
Ezgi anî ziman ku tişta divê lezgînî dewlet bike dest ji polîtîkaya şer berdane û li gorî Hevpeyîmana Netewên Yekbûyî tevgerîn, mafê zarokan parastine û wiha dom kir: "Ne tenê li herêmê ji bo hemû zarokên Tirkiyê hevgirtinek çêkirin û di nava aramiyê de jiyan avakirine."
(zt)