Perwerdeya piştgiriya dersê despêkir

12:24

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Sumerpark û Taxa Ben û Senê perwerdeya piştgiriya dersê ya bêpere dide. Di perwerdeyan de etûta dersên di perwerdeya heyî de tê kirin û ji bo zarok aliyê xwe yê civakî pêş bixin di warê civakî de bernameyan didin ber wan.

Midûrtiya Şaxa Zarok û Karên Krêşê a bi ser Serektiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Bernameya Piştgiriya Dersan ku bi vebûna dibistanan re daye destpêkirin didomîne. 444 zarok ji vê bernameyê sûdê werdigirin û ev ders li Sumerpark û Taxa Ben û Senê 7 rojan tê kirin. zarokên 6-14 salî ji vê bernameyê sûdê werdigirin û qeydên wan didomin.

Di Bernameya Piştgiriya Dersan de ku şaredariya bajarê mezin bêpere dide, dersên ku di perwerdeya hukmî de tên dayîn ên wek bîrkarî, îngilizî, fen, xwedîbûn, hijyen, zanîna jiyanê, zanîna civakî/xwendin û nivîsîn tên dayîn û zarok bi vî rengî etûtê dikin. Her weha ji bo zarok jî riya xwe ya civakî geş bikin, perwerdeya drama, saz, geştûguzar û lîstikên aqilî didine wan. Roja înê jî ji b ovan zarokan sînema tê nîşandayîn.

Zarok, bi saya Atolyeya Bîrkarî û Atolyeyên Lîstikên Aqilî ku li Sumerparkê hatine vekirin ji bîrkarî hez digrin û bi saya vê bîrkariya ku razber e bi hingaftinê bi awayekî şînber dibînin û kêfê jê dihilînin. Bernameya li taxa Ben û Senê gelek eleqe dibîne. Heman demê malbatên zarokan ên jin jî ji van bernameyan sûdê werdigirin û hêjayî gotinê ye ku dema qeydê berdewam e.

(rc)