Li Tirkiyê 34 zarok ji aliyê dewletê ve hatinê qetîlkirin
09:59
Hulya Okalîn / JINHA
WAN - Ligel Roja Mafê Zarokan ya Cihanê li Kurdistan û Tirkiyê mafê zarokan tê binpêkirin û zarok tên qetîlkirin. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi îlankirina rêveberiya xweser 34 zarok ji aliyê polîs û tîmên taybet ve bi bombe û çekên giran hatin qetîlkirin.
Di sala 2989'ê an de Yekineyên Navnetewî ji bo parastina heq û azadiya mafê zarokan 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan da îlan kirin û roja zarokan ji aliyê 193'ê netewan ve hate pejirandin û mafê zarokan li her derî tê parastin. Netewa Tirkiyê her çiqas di vê lihevhatine de cih girtibe jî li Kurdistan û Tirkiyê mafê zarok nayê parastin û her roj zarok tên qetîlkirin. Îsal li Tirkiyê bi hezaran zarok dibin bandora şer û pêvçûnan de dijîn û rastî tundiyê tên. Herî dawî di meha Tebaxa 2015'an de bi îlankirina rêveberiya xweser û kompleksa şer a hikûmeta AKP'ê re li Kurdistanê bi dehan zarok ji aliyê polîs û tîmên taybet ve bi bombe û çekên giran hatin qetîlkirin.
'Dewlet zarokan wek "Terorîst" dît û ketil kir'
Li bakûrê Kurdistanê li gelek navçe û bajaran welatî ji bo parastina xwe ya rêwa derketin qadan û li hemberî dewletê li ber xwe dan. Berxwedana gelan ên ku herî zêde li Cîzrê, Farqîn, Bismil, Sur, Wan, Şirnex, Lîcê û Nîsêbinê çê bûn bi xwe re êrîş û komkujiyan jî anî. Li cihên ku êrîş û şer lê hate kirin herî zêde zarokan zerar dît û dîsa zarok di temenên xwe yê biçûk de hatin qetîlkirin. Li vê derê xuya ye ku dewlet tu maf û zagona mafê zarokan ne girt ber çav û hemû zarokên kurd wek "Terorîst" dît û bi dehan zarokan bi çekên giran ketîl kir. Li hemû cihên ku welatiyan rêveberiya xwe îlan kir şêr û êrîşên giran hatin kirin û di encamê de 34 zarok bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan ango hatin qetîlkirin.
Tenê li Cizîrê 7 zarok hatin qetîlkirin
Li navçeya Cizîra Şirnexê bi îlan kirina rêveberiya xweser re gelek zarok ji aliyên sekvanên dewletê ve li ber deriyên xaniyên xwe û kolanan hat qetîlkirin. Yek jî zarokên ku hatin qetîlkirin jî Cemîle Cizîr Çagîrga ya 14 saliyê. Cemîle di 7 Îlonê de li Taxa Cûdî ji aliyê polîsan ve hate qetil kirin û malbata Cemîle ji ber êrîşan giran û qedexeya derketina kolanan nikarîbûn zaroka xwe defin bikin. Ji ber vê yekê cenazeya Cemîle bi rojan nehat definkirin û dayîka wê cenazeya keça xwe di sarincê de veşard. Bi Cemîle re 6 zarokên din li Cizirê ji aliyê polîsan ve hatin qetîlkirin.
Li Farqînê zarokatî
Li navçeya Farqîna Amedê û navçeya Nisêbîna jî bi îlankirina rêveberiya xweser re polîs û tîmên taybet bi çekên giran û bombeyan êrîşê berxwedêran kir. Dîsa di êrîşa polîsan de li Farqînê jî zarok bûn hedefa guleyan û li Farqînê 2 zarok hati kuştin.
Di 10'ê Cotmehê de li ser banga saziyên çivakî yên sivîl li Enqereyê mitinga aştiyê hat li dar xistin. Di mîtingê de êrîşa bombeyî pêk hat û di encamê de zarokê 9 salî ya bi navê Veysel Atılgan hat qetîlkirin.
Ligel êrîş û qetîlkirinê bi sedan zarok hatin bi hincetên bê wate hatin binçavkirin û girtin niha di girtigehên Kurdistan û Tirkiyê de bi hezaran zarok tên girtin û rastî êşkenceyan tên.
Zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatin qetîlkirin ev in
*Di 6'ê Çileyê de li Cizîra Şirnexê Umît Kurt (14)
*Di 14'ê Çileyê de li Cizrê Nîhat Kazanhan (12)
*Li navçeya Misircê ya Sêrtê Yusuf Çelîk ( 17)
*Li Sêrtê Davut Nas ( 17)
*Li Nisêbînê ya Mêrdînê Beşir Remazan Arîf (8)
*Li Esenlera Stenbolê Mert Degîrmencî (18)
*Li Amedê Bawer Şeyhanlıoglu (18)
*Li Gazîosmanpaşaya Stanbolê Serhat Savaş (17)
*Di 26'ê Tirmehê de li Amedê Beytullah Aydın (11)
*Di 27'ê Tirmehê de li Şirnaxê Hasan Nerse (17)
*Di 7'ê Tebaxê de li Silopiya Şirnaxê Mehmet Hidir Tanboga (17)
*Di 13'ê Tebaxê de li Diyadin a Agîriyê Emrah Muhammed Aydemir (15)
*Di 12'Tebaxê de li Agîriyê Orhan Aslan (16)
*Di 19'ê Tebaxê de li Esenlera Stenbolê Firat Elma (16)
*Di 27'ê Tebaxê de li Cizîra Şirnexê Baran Çaagli (7)
*Di 27'ê Tebaxê de li Cizîra Şirnexê Emîn Yanaş (10)
*Di 27'ê Tebaxê de li Şirnexê Adem Îrtegun (16)
*Di 28'ê Tebaxê de Li Dargeçîta Mêrdînê Mazlum Turan (16)
*Di 30'ê Tebaxê de li Farqîna Amedê Firat Simpil (13)
*Di 5'ê Îlonê de li Cizîrê Muhammed Tahir Yaramış (35 rojî)
*Di 6'ê Îlonê de li Cizîrê Cemîle Çagırga (13)
*Di 10'ê Îlonê de li Cizîrê Saît Nayici (16)
*Di 10'ê Îlonê de li Cizîrê Zeynep Taşkin (17)
*Di 10'ê Îlonê de li Cizîrê Selman Agar (10)
*Di 10'ê Îlonê de li Cizîrê Bunyamiîn Îrcî (14)
*Di 13'ê Îlonê d e li Mêrdînê Tahsin Uray (13)
*Di 27'ê îlonê de li Bismila Amedê Elîf Şimşek (8)
*Di 2'ê îlonê de li Bismila Amedê Berat Güzel (9)
*Di 10'ê cotmehê di mitinga Aştiyê de Veysel Atılgan (9)
*Di 11'ê cotmehê de li Edeneyê Tevrîz Dora (3.5),
*Di 12'ê îlonê de li Amedê Hêlîn Hasret Şen (12)
*Di 16'ê îlonê de li Gevera Colemergê Azad Ertaş (16)
*Di 16'ê cotmehê de li Gevera Colemergê Diyar Akin (12)
*Di 26'ê cotmehê de li Silopiya Şirnexê Mustafa Aşlig(16)
(ho/rc)