Li Silîva şahiya sporê bo zarokan
12:18
JINHA
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên navçeya Farqînê ku bandora şer li wan bûye Şahiya Sporê li dar dixe. Şahî li sê taxên Silîva dest pê kir, zarokan dada dû gogê, pedal badan, tenîs û golf leyîst.
Midûrtiya Şaxa Spor û Zarokan a bi ser Serektiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên ku dema pevçûnên li Farqînê bi bûyeran esirîne hin çalakiyên cur bi cur li dar dixe. Şahiya Sporê ku berê li navçeya Sûrê dihate lidarxistin vê carê li taxa Tekel a Silîva pêk hat. Di şahiyê de zarokan lîstikên wek futbol, basketbol, voleybol, golf, tenîsa kortê, dart, ajotina pisqêletê, bafirok û benavêtinê leyîstin û eleqeyeke germ nîşanî şahiyê da. Şahiya Sporê dê li taxa Mescit û Konaxê jî berdewam bike.
(rc)