Zarok aştiyê bi wêneyan tînin ziman
09:26
JINHA
ÊLIH - Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê ji bo bîranîna zarokê bi navê Muhammet Veysel Atilgan li dibisatên seretayî û navîn de pêşbirka wêneyan a bi dirûşmeya “Bi çavê zarokan aştî” da dest pê kirin. Serlêdanên pêşbirkê dê heya 10’ê çileya 2015’an bi dawî bibe.
Şaxa Egîtim Sen a Êlihê ji bo bîranîna zarokê bi navê Muhammet Veysel Atilgan ê ku di 10’ê Cotmehê de di mîtînga Aştiyê ya ku li Enqereyê pêk hat û di encama êrîş bombeyî de jiyana xwe ji dest da, pêşbirka wêneyan da dest pê kirin. Pêşbirka wêneya ya ku bi dirûşemeya “Bi çavên zarokan Aştî” di navbera dibistanên seretayî û navîn de di 20’ê mijdarê hat destpêkirin.
‘Veysel di dîlana azadiyê de hat qetîlkirin’
Endama Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Gulhan Oktay derbarê pêşbirkê de agahî da. Gulhan diyar kir ku Veysel Atilgan li bajarê Êlihê dijiya û di dibistanên Êlihê de dixwend û qasidê aştiyê bû. Lewra ev pêşbirk tenê li Êlihê hat lidarxistin û tenê zarokên Êlihê tevlî pêşbirkê dibin. Gulhan bal kişand li ser armanca pêşbirkê û ev tişt li gotina xwe zêde kir: “Wek ku tê zanîn Veysel Atilgan di 9 saliya xwe de ji bo jiyanek azad û daxwaza aştiyê bi malbata xwe re çû Enqereyê. Veysel dema ku bi bavê û azadîxwazan govenda azadiyê digerandin bi hovane hat qetilkirin. Veyser qasidê azadiyê di dîroka cihanê de cihê xwe girt. Ji ber vê yekê her çi qas navê Veysel bê bang kirin dê azadî bê bîra mirovan.”
‘Em meraq dikin ku di çavên zarokan de aştî çawa ye’
Gulhan destnîşan kir ku armanca wan ew e ku aştiya di çavên zarokan de çawa ye bibînin gotinên xwe wiha berdewam kir: “Bi rastî di şer de herî zêde zarok bi bandor dibin û tu zarok ne di ferqa şer dene. Lê mixabin ku di şerên qirêj de herî zêde zarok tên kuştin û qetîlkirin. Me jî xwet aştiyê di çavên zarokan de bidin şîrovekirin û dê hemû zarok di wêneyên xwe de daxwaza aştiyê bidin nîşandan. Bi rastî em jî encama wê gelek meraq dikin. Ji ber ku heya niha ji bo aştiyê me qet fikra zarokan ne xwestiye.”
Gulhan di dawiya axaftina xwe de got ku serlêdanên pêşbirkê de heya 10’ê çimeleyê berdewam bike û banga tevlîbûna xurd li hemû kesî kir.
Hêjayî gotinê ye ku zarokên ku dê wêneyê ku bi xwe xês kiriye de bibe yekemîn xelatên cur bi cur dê werin standin.
(ho/rc)