Li Cizîrê ger mirov zarok be
09:04
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Gelek caran çîrokên zarokên di nav şer de hatin nivîsîn lê tû nivîs tu dîmen rê li ber şer û kuştina zarokan negirt. Di şer de kesê ku herî zêde zirar dibînin jî zarokin. Di nava 9 rojan de yek jê di zikê dayîka xwe de 2 zarok hatin qetil kirin û bi dehan zarok birîndar bûn. Me jî berê qemera xwe da ser zarokê Cizîrê û tiştê qewimî ji devê wan girt.
Bi îlan kirin qedexeyê re 2 zarok erebeyek destan tije nan dikin û dibin malê. Ev zarok dizanin ku ewê dorpêç dem dirêj be. Bêgoman çîroka zarokên Cizîrê ya bi şer re bi vê qedezaxeyê re dest pê nekiriye. Salên demdirêje li ser vê erdnigariyê zarok çavê xwe di nav şer de li jiyanê vedikin. Govende şeva yekemîn ya qedexeya derketina kolanane govend tê gerandin. Di nava govendê de 2 zarok destê hev girtine. Roj derbas dibin û şerê li Cizîrê giran dibe êdî hindiktir zarok dertên derve. Em di baxçê malekê de rastî zarokên ku li zirnaziq siwarbûne hatin. Parqên bajar hene, lê zarok nikarin derkevin herin parqan an jî nava lîstokan. Zarokan bi derfetê xwe du darên situr û kin danîne ser hev dû darek mezintir jî danîne serê û ji xwe re dileyîzin. Zarok bêy ku şer bi fikirin xwe di nav leystikê de winda dikin. Tenê kêliyek be jî em jî bi van zarokan re coş dibin û piştî bi rojan ruyê kesên derdorê dikene dibînin.
Jiyan berdewame û her kes hînî jiyana di nav şer de bûye. Zarokê bi navê Ahmed dibêje ku topan davêjin Cizîrê û ew ji dengê topan ditirsin. Ahmed dibêje ku ew bêyî here cihê bi xeter li kolanên Cizîrê digere.
Dema em pirsa dibistanê dikin İsmail diyar kir ku îsal dibistan ji bo wan xilas bûne. Ahmed dibêje ku ew dixwaze bibe dozger lê mamostayê wan reviya ne û wiha dewam dike: "Min divê ez bibim dozger û hemû kesî ji zindanan derbixim lê mamosteyên me çûn, reviyan.”
Zarokek din jî da zanîn ku ew dixwaze bibe bijîşk da ku birîndarê taxa xwe derman bike. Dema em pirsa çima hûn ji vir naçin dikin zarok dibêjin ku ew li vê derê çêbûne û loma jî ji vê derê naçin û wiha berdewam dike: "Em naxwazin dijmin têkeve taxê. Xwedê me li vir daye. Emê berxwe bidin.”
Diruşmên zarok her dem berz dikin carakedin ji bo me jî berz dikin û dibêjin “Bijî berxwedana Cizîrê.”
Piştî çend rojan dibistana zarokan dişewite. Ji xwe mamosteyên we zude terikandine, niha jî dibistanê wan tên topbaran kirin. Êdî ev şewat ne tenê dibistanê di şewitîne têkiliya zarokan û dewletê bi temamî dişewitîne. Zarok dibêjin ku ew carekadin naçin wan dibistanan û êdî ew perwerda dewletê naxwazin.
Yasînê bi perçeyên bimbê dileyize jî dibêje ku ew tenê ji xwedê ditirse û ji bilî xwedê ji tu tiştekî natirse. Yasin destnîşan kir ku ew axa xwe ji tu kesê re bernadin û ev tişt anî ziman: "Em aşitiyê dixwazin, em dixwazin ku xuşk û birayê me yê serê çiya bên malê. Em dixwazin dengê van topan bi sekine. Em naxwazin xendek rabin. Ji ber dema xendek rabin wê li me bi reşînin.”
Dema ku li ber agir em rastî hin zarokan hatin teqîneke çê bû û zarok ji nişkave belav bûn, lê dîsa carekedin civiyan. Zarokê êdî dengê fişek, top, bimbeyan baş dizanin diyar dikin ku herî zêde ew ji dengê fîşeka hez dikin. Heskirina dengê fîşekan her çiqas ecêb bêjî dema meriv dengê topan dibîhîze meriv maf dide zarokan. Zarok êdî perçê top û bimbeyan jî ji hev dû nas dikin. Em wêneyek bi dawî bi zarokan re dikişînin ku çi zane mirin heye. Ji ber top bi ser me de dibarin.
(ma/zt)