Navenda Cîhana Zarokan xebatê xwe didomîne
09:00
Sosin Xanê - Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN - Navenda Cîhana Zarokan a ku li bajarê Rimêlan di çerçoveyê xebatê Desteya Jin de hatî vekirin, xebatê xwe pêk tînin. Rêvebirên Navenda Cîhana Zarokan diyar kirin ku divê, divê malbat li gorî zîhniyeta xweseriya demokratîk zarokên xwe xwedî bikin.
Li bajarê Rimêlan bi alikariya Desteya Jin Navenda Cîhana Zarokan di 11'ê Gulana 2015'an hat vekirin. Derbarê xebatê navenda Cîhana Zarokan de Rêvebera Navendê Necah Abdulrezaq nirxandin kir. Necah diyar kir ku aloziyên civakî bandorek mezin li ser zarokan pêk tîne û wiha got, "Pirsgirêkên di navbera jin û mêr de derûniya zarokan bandor dike û zarok bi tenê dihêle. Piranî zarokên li navendê, bê xwedîne ango malbat hêza xwedî kirinê nabîne, em wan zarokan distînin. Ji ber hêjmara zarokan zêdebû, me pêdivî bi vekirina cihek wiha dît." Neceh da zanîn ku li navendê 20 zarok hene û wiha got, "Zarokên li navendê dimînin yê herî mezin 7 saliye."
Neceh balkişand ser Şoreşa Rojava û wiha got, "Jiyan ji nûde tê înşakirin, divê malbat jî xwe li gorî pergal û zîhniyeta xweseriya demokratîk bi rêxistin bikin û zarokên xwe wiha xwedî bikin. Erkê herî sereke yê dayîkê ye. Zarok û ciwan pêşengê civakê ne. Divê zarok û ciwan li gorî rêgezên civaka demokratîk bên mezinkirin."
Alîkara Rêveberiya Navenda Cîhana Zarokan Ala Mihemed jî diyar kir ku zarokên ku destpêkê hatine navendê rastî şîdeta malbatê hatibûn û wiha domand: "Hinek malbat bi tundî û tirsê zarokên xwe xwedî dikin. Ev yek bandorek mezin li ser derûniya zarokan dibe. Berpirsê zarokan bi taybet dayîkin divê dayîk erkên xwedî kirinê bi aweyek baş pêk bîne."
(rc)