Em êdî ne leystûka zarokan leystûka mirinê dileyzin...

09:58

JINHA

AMED - Zarokên ku li baxçeyê Hewsel, nava Sûrê û dora Birca Keçikê dileystin, niha neçar dimînin ji ber dengê tang û topê guhê xwe bigrin. Zarokan gotin, "Berê me ji xwe re dileyst, lê niha em dimirin" û diyar kirin ku ew şerên di dîrokê de ne bi dersan ji dengê top, tang û dîtina birîndaran bi jiyan kirinê re dibînin.

Qedexe û dorpêça li ser navçeya Sûra Amedê mehek û nîv li pey xwe hêşt. Dayîk ji bo ku li Sûrê zarokên wan netirsin û ji gule û perçeyên şarapnel biparêze di hemêzê xwede digre. Zarokên ku demên borî li baxçeyê Hewsel, nava kûçên Sûrê û dora Birca Keçikê bê navber dileystin, niha leystûka wan hatî guhertin û bi daran çek çêdikin û lestûka şer dileyzin. Zarokên ku dibêjin, "Berî êrîş pêk bên me ji xwe re dileyst, lê niha em dimirin" ji hewira şer neçar man di temenê xwe yê biçûk de hînê aştî û şer bibin. Zarokên ku dibêjin tenê daxwazê wan aştiye wiha hestên xwe ji parvedikin:

Yusufê 13'e salî: "Em şer naxwazin, em ji pevçûn û şerê ku rû dide ditirsin."

Diyarê 12'e salî: "Em ne wêrin êdî li malên xwe jî bimînin. Em ji dengê çek, top û tangan ditirsin. Berî ku êrîş li hember Sûrê pêk were me ji xwere dileyst, lê niha em dimirin. Zarokên ku tên kuştin jî ji ber di destê wan de kevir heye û dertên kolanan tên kuştin, lê ew ji bo aştî û azadiyê dertên."

Hanıma 11'e salî: "Jiyanê me gelek xirabe û cîhan jî ji bo jiyanê bi tehlûke ye. Em ji Taxa Xancepek hatin Taxa Îskenderpaşa. Li wir her roj mirov dimirin. Em aştî dixwazin lê aştî pêk nayê. Ji bo em bileyzin dertên derve lê ji ber dengê bombe em ditirsin û cardin dikevin hûndir. Dewlet çima vî şerî pêk tîne? Em şer naxwazin û jiyanek wiha jî naxwazin."

Pinara 14'e salî: "Erdogan ji me çi dixwaze? Êdî bila şer rewaste û qedexeya derketina kolanan bila rabe. Gunehê zarokên tên kuştin tev ser Erdogane. Leşker, polîs, tang û topan rêdike vir. Bila ne tangan aştiyê bişîne. Tunê jî rojek li bin axê xwe bêrîkirina axê xwe bijî."

Suleymanê 13'e salî: "Berê li kûçê me bi gogê dileyst lê niha ji ber dengê pevçûnan em ne wêrin derên derve. Her gav li kolana me bombe diteqe, em jî ditirsin. Em dixwazin Serokomar Erdogan dawî li vî şerî bîne û aştiyê pêk bê."

Polatê 10 salî: "Her roj dengê çek û topan tê. Dema ku deng tê ji tirsan ez her gav guhê xwe digrim. Êdî bese Erdogan leşkerên xwe ji vir vekşîne. Em aştiyê dixwazin êdî bese."

Melîkeya 16'e salî: "Li ber çavên me birîndar û mirî tên rakirin. Derûniya me xirab bûye êdî. Birayê min yê biçûk jî derûniya wî xerab bûye ji tirsan tevgerê wî hatî guhertin. Berê emzîk nedimêjî niha dixwaze, biçûke lê ew jî ditirse. Ji ber êrîş û pevçûnan em êdî ne wêrin derên derve. Mirov li ber çavên me dihatin qetil kirin dema ku me didît derûniya me tev hev dibû. Bi tang û top êrîşê Sûra dîrokî dikin. Ez ji bo vê rewşê xemgîn dibim Dema em li Sûrê em derdiketin ser Birca Keçikê, ser Sûrê û diçûn nava Baxçeyên Hewselê. Lê niha nikarin biçin cihekî her der xirab kirine."

(rc)