Bi ermanca parastin û pêşxistina çandê zarok têne perwerde kirin

09:03

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - TEV-ÇAND'a bajarê Til Temir bi armanca hêzkirina xebatê çand û hunerê, perwerde ji bo zarokan daye despêkirin. Rêvebera TEV-ÇAND'ê Sîman Dêrik diyar kir ku armanca wan zarokan bi çandê wan mezin kirine.

Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê navenda çand û huner di çerçoveya pêşxistina xebatên çandî de beşê perwerdê ji bo zarokan hatiye vekirin. Zarokên ku perwerdeya govend, stran û şanoyê dibînin, eleqeyek mezin nîşan didin. Derbarê xebatê de Rêvebera TEV-ÇAND'ê ya bajarê Til Temir Sîman Dêrik axivî.

Sîman Dêrikî diyar kir ku wan di sala 2013'an de koma zarokan bi navê kûlîlkên kurdistanê avakirine û wiha dom kir, "Zarok her sal tevlî vê komê dibin, ev bû 6 heyv me perwerdeykê ji zarokan re daye despêkirin. Di heyftiyê de roja şemî, perwerdeya zarokan ji saet 10.00'an destpêdike heya saet 12:00 nîvro didome. Perwerde li ser pêşketina têkiliyên hevaltî, jiyana rêbertî, jiyana pekrewana, rêzgirtin û rêzdarî tê dayîn. Armanca me ji perwerdekirina zarokan ew e ku bi çanda xwe mezin bibin û xwedî li çanda xwe derkevin."

Zaroka bi navê Yara Dawid ya 9 salî, cihê xwe di koma strana de digre. Yara diyar kir ku ew çanda xwe ji bîr nake û her wê bi çanda dayikê di rîya perwerda re mezin bibe. Sebah Mihemed ya 9 salî jî, di koma dîlana de cih digre. Sebah dibêje ez pir ji dîlana hez dikim û perwerde gelekî xweşe.

Awaz Ebdulrehman ya 10 salî di koma şano de cihê xwe digre. Awaz jî got ku navenda çand û huner ji bo wan dibistaneke pir xweşe. Ji ber ku her tiştî tê de fêr dibin. Tevayî zarokan kêfxweşiyên xwe yê ji perwerdê anîn ziman.

(rc)