Li dibistana kurdî keyfa zarokan a karne yên yekemîn

12:10

JINHA

AMED - Li dibistana yekemîn a kurdî Ferzed Kemanger wek hemî dibistanên din karne hat belevkirin.

Li Kurdistanê wek dibistanên Tirkan li dibistanên Kurdi yên Ferzad Kemanger, Medenî Yildirim, Ali Eren, li Farqînê jî Hasan Yilmaz, li Bismil ê Elif Şimşek karne hatin bilevkirin. Zarok bi cilên gelerî şal û şapik xamlek hêja yî ditinê karneyên xwe sitandin. Zarok bi malbatan re li benda karneyên xwe man, piştî karn sitandinê zarokan bi kilamên kurdî hunerên xwe pêşkêşî mamosta yan kirin. Zarokan bi kefxweşiya ku bi kurdî karne sitandin di rugeşî ya ruyê wan de hat ditîn.

Li navçeya a Peyas a Amedê li dibistana Ali Erel û Medenî Yildirim Dibistana Dayîkê ya 130 zarokan karneyên xwe yên nîvê salê standin. Zarok wê piştî betlanê dest bi perwerda dema duyemîn bikin.

(dt/zt)