Kena zarokan kolanên Kobanî şad dike
09:30
Zehîde Ehmed /JINHA
KOBANÊ - Zarokên Kantona Kobanê di van rojên bitlaneya dibistanan de li nav kolanan bi kêfxweşî û şadiyeke mezin dileyîzin.
Salek berî niha ji dengê hewan, gule, bêhna barût û xwînê kolanên Kobanê dagirtibû lê niha heman kolan tenê dengê şadiya zarokan dibihîze mirov, bi wan şad dibe. Piştî ku dibistanên Kobanê kete bitlaneya 15 rojan zindîbûneke bêtir di Kobanê. Zarokên Kobanê demek dirêj ji axa xwe qut bûn xemgîniya xerîbiyê jiyan kirin. Lê di van rojên bitlaneya dibistanê de ew ji sibê heya êvarê di kolanan de dileyîzin. Kêfxweşiya zarokan a li ser axa xwe bi ewle dijîn di rûyê wan ên xweşik de xuya dike. Zarok ji bitlaneya dibistanan jî şad in lê dibêjin wan bêriya mamoste û hevalên xwe yên dibistanê kirine.
Derya Horan a ku pola duyem dixwîne dibêje: "Piştî dibistan kete bitlaneyê em tevahiya rojê ji xwe re dileyîzin. Elbet em kêfxweşin ku dibistana me bi Kurdî bû û me bêriya dibistana xwe jî kiriye." Zeriya bangî tevahiya zarokên koçber kir û got: "Vegerin ser axa xwe, werin zimanê Kurdî bixwînin."
Zaroka bi navê Nûrcan Hisî jî wiha got: "Dema em vegerîn em gelekî kêfxweş bûn ku diçin dibistana Kurdî, niha dibistan bitlane ye, me ezmûn bi zimanê kurdî kir û ez pir xweş bûm."
Di dawiyê de zarokê bi navê Şivan Salih Muslim jî axivî û wiha got: "Em ji xwe re li vir dileyîzin. Heya deh rojên din em naçin dibistanê. Me ezmûnên xwe kirin em tev serketî bûn."
(rc)