Dîwana zarokên dengbêj hat ava kirin

17:00

JINHA

AMED - Ji bo Beşa Zarokan a Konservatuara Aram Tirgan a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariye Bajare Mezin ê Amedê Dîwana Zarokên Dengbêj hat vekirin.

Ji bo ku zarok çanda xwe ya stran û awazan ji bîr nekin li Beşa Zarokan a Konservatuara Aram Tirgan a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariye Bajare Mezin ê Amedê Dîwana Zarokên Dengbêj hat vekirin. Di hefteya despêkê ya vebûna Dîwana Zarokên Dengbêj de li gel Bezaş Zarokan ên temenê wan di navbera 6-17 li gel zarokên temenê wan di navbera 2 û nîv û 5 nîvê de, malbatên wan jî pêre, li gel wan jî 400 kes beşdar bûn. Di encama şahiyê de sertifikayên zarokan ên nîvê sala yekem hatin dayîn. Piştî du hefteyên navberê dê zarok carekdinê ji cihê mayî dewam bikin.

Gerînendeyê Konservatuarê Kanîvar Şerko di derbarê xebatên Konservatuarê de ev agahî da; "Ji bo zarok hînî pevre stran bêjiyê bibin pêdivî bi xebatek wiha hat dîtin. Bila zarokên me vê çand û hunera xwe ji nifş derbazî nifiş bikin û ji bîr nekin."

(dt/zt)