Zarokên Surê li Masiyê reş temaşe kirin

14:17

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Zarokên Surê şano dan temaşekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amdê ji bo zarokên ku li Surê dibin dorpêç û êrîşê hêzên dewletê de mayin karê civakî berdewam dikin. Heya vega Şaredarî gihişt 4 hezar û 200 malbat (Wek 30 hezar kes) alikariya wek zexîre, cil, nivîn, tiştên pakijiyê, lihêv, batanî, soba, germakir, mamayên zarokan, cilikên zarokan, pêwîstîyên taybet ên jinan û amurên mitbaxê hatin dayîn.

110 zarok beşdarî şanoyê bûn

Muduryeta Xizmetên Civaki ya Kreşa Zarokan û Serokê Xizmetên Rêveberiya ji bo zarokên ku malên wan li Surê û bi xwe li navçeya Yenîşehîra Amdê dijîn şano çêkirin. 110 zarok tevî malbatên wan anîn şanoya bajêr ( DBŞT). Zarokan bi şonaya navê masiyê reş moral ditîn. Zarok demek kin jî be keyfxweşbû.

(dt/zt)