Li Nisêbînê zarokên li piş xendekan dijîn
13:15
JINHA
MÊRDÎN - Li taxên berxwedanê yên Nisêbînê zarokan li piş barîkatan jiyanek nû ji xwe re avakirine û dibêjin; "Zarokan qetildikin, em li piş barîkatan xwe di ewlehiyê de hîs dikin."
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li pey barîkatên ku li hemberê êrîş û komkujiyên hêzên dewletê hatin avakirin, çîrokên jiyaneke berxwedêriyî di nava kolanan de veşartî ne. Ji taxên berxwedêr taxa Kanîka zarokên ku xemla kolanan ya pêşengiya avakirina barîkatan jî dikin xebatên xwe bênavber didomînin. Zarokên ku di nava barîkatan de jiyaneke xwesre dijîn, rêxistinbûyîna xwe jî pêk tînin û danê sibehê de dest bi avakirina barîkatan dikin û êvarî jî civînên xwe li dar dixin. Zarokê bi navê Osman yê ku di nava barîkatan de wekî generaleke biçûk balê dikêşe, her tim di nava kar û xebatên avakirina barîkatan de ye.
Osman rêxistinbûyîna zarokan, kar û xebatên xwe wiha vedibêje: “Heger qedexe were ma tû dibêjî qey em ê birevin? Rev li me nayê. Tîmên Esadullah e Eşkdûllah nizanim, tîmên Erdogan ji bo pereyê zarokan qetil dike. Li ser çar banknotan ma mirov bêrûmet kare bijî? Heger hêza Erdogan hebe bila bi xwe were. Min û hevalên xwe, me li ser axa xwe biryara berxwedanê daye. Di civînên zarokan de em dibêjin ku ‘Em dest ji malên xwe bernadin.' Dema em êvarê diçin malê, malbatên me bi bêbiryar in. Bo me bêbiryarî nabe. Xeyalên me dişikînin. Tiştek nekin jî bila bo biryara me rêzeke wan hebe. Dema wisa difikirin civînên me vale derdêxin. Li pey barîkatan jiyan heye. Sê çar bombe rastê barîkatan were dê çi bibe. Heger em ji bombeyan bitirsiyana, em li ser vê axê ji dayik nedibûn. Madem ku we me anî dinê, ewçax xwedî li me derkevin.”
‘Qadên herî ewle li pey barîkatan e’
Endama Meclîsa Zarokên taxa Kanîka Fîruze jî diyar dike ku bi zexmkirina barîkatan dest bi roja xwe dike û got ku li gel her 6 qedexeyên derketina derve jî dev ji taxa xwe bernedaye û got, “Dive mirov girêdayî Serokê xwe û şehîdên xwe be.” Firûze hezkirina xwe yî derbarê Nisêbînê de anî ziman û wiha got,“Qadên herî ewle li pey barîkatan e. Hêzên dewletê dikevin dibistanên me û li çanteyên me digerin. Bi çavê dijminatiyê li me dinerin. Heger ew me wek dijminê xwe dibînin, ewçax em jî naçin dibistanên wan. Bila dibistanên fermî werin girtin û li şûna wan dibistanên kurdî bên vekirin.”
Fîruze wahşeta hêzên dewletê ya li ser Cizîrê bibîrxist û got ku ew nahêlin hêzên dewletê heman wahşetê li Nisêbînê pêk bînin û wiha berdewam kir: “Cizîr şewitandin lê çi gihişt destê wan. Barîkatên me zexm in. Dema êrîşên wan giran bibin, em ê xwe li pey barîkatan biparêzîn. Em ê xwe cem Apociyan biparêzîn.”
‘Cîwan nahêlin êdî zarok bên qetilkirin’
Ji zarokên di nava berxwedanê de şîn dibe ya bi navê Dîlan jî dest nîşan kir ku cîwanan ji bo pêşeroja zarokan canê xwe feda dikin û wiha axivî: “Erdogan bi qetilkirina zarokan xwe li ser piyan digire. Lê cîwanên me nahêlin êdî zarok bên qetilkirin.”
‘Em zarokên di jêrzemînan de ji bîr nakîn’
Li ser gotinên Dîlan zarokê bi navê Nûrûllah jî wiha got: “Erdogan dibêje kurd terorîst in. Heger em xwe nasnekin em ê ji wî bawer bikin. Yên ku di jêrzemînan de hatin qetil kirin piranî zarok bûn. Em ji bîr nakin. Fedî nakin hê jî li ser qoltixên xwe ne. Bila destê xwe ji me bikêşin, ango dema em mezin bûn dê her du destên me di qîrka wan de be.”
(ozp-zd/zt)