Mala Pirpirîkên Star a Zarokan vebû
11:59
JINHA
EFRÎN-Li Kantona Efrînê Mala Pirpirîkên Star a Zarokan bi merasîmeke coş vebû.
Li Kontona Efrînê bi pêşengiya Desteya Jinê Mala Pirpirîkên Star a Zarokan bi merasimek hat vekirin. Mala ku dê xizmetên xurt pêşkêşî zarokan bike rastî eleqeyek mezin hat. Mala Pirpirîkên Star a Zarokan ya ku ji bo piştgiriya jinên kedkar û avakirina bingehek xurte a zarokane. Mala Pirpirêkên Star a Zarokan bi amedebûna hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd, Seroka Desteya TEV-Çand'ê Şîraz Hemo, Seroka Desteya Jinê Fatma Lekto û bi dehan jinên Saziyên Civaka Sivîl û endamên Komeleya Nûpel hate vekirin.
Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê Cîgira Seroka Desteya Jinê Dilşan Mihemed axivî û wiha got: "Despêkê ez vekirina Mala Pirpirîkên Star a Zarokan li hemû zarokên Rojava pîroz dikim. Di şert û mercên ku Kanton navde derbas dibe de, armanc ji vekirina vê malê ew e ku em alîkariya jinên kedkar bikin da ku karê xwe jî baş biser bixin. Li aliyê din jî ji bo ku zarok di atmosferekî zanist û perwerdê de mezin bibin hat avakirin."
Piştî bidawîbûna axaftinan, Koma Şehîd Roksana govendên gelêrî, Koma Kulîlkên Kurdistanê ya zarokan stran pêşkêş kirin. Di dawiyê de jî kurdele ji aliyê zarokên Komela Nûpel ve hate qutkirin û bi tilîliyên dayîkan mal hate vekirin.
(fr/hs/rc)