Yek jê destketiyên tevgera mafê ya zarokan: Niha ji bo zarokan aştî

09:11

JINHA

STENBOL- Ji Komeleya Rojeva Zarokan Ezgî Koman diyar kir ku ligel Hewldana ji bo Zarokan Aştî, ji sendîka, odeyên pîşeyî û civakên sivîl ên Amed, Stenbol, Îzmîr û Enqere jî bi giştî ji 139 rêxistinan pêk tê û wiha got: "Zarok xwe encax di nav hewirdorek aştiyê de dikare xwe pêş bixe. Em jî pêk anîna xwe ya wan tiştan tînin ziman û berpirsyariyên dewletê tînin bîra wan."

Endama Komeleya Rojeva Zarokan Ezgî Koman li ser armanca pêkhatiyên bi navê "Hewldan Niha ji bo Zarokan Aştî" ku ji bo binpêkirina mafê zarokên Kurdistanê hatiye avakirin axivî. Ezgî di axaftina xwe de diyar kir ku binpêkirinên Mafê Zarokan li nêzî salên 90'î ve bi awayekî giran tê jiyîn û wiha got, " Dema AKP'ê de jî zarok rastî binpêkirinên mafan hatin. AKP'ê ji bo binpêkirina mafê zarokan ji sala 2000 û pê de dibêje; 'Di demên dawî de rewş hatine guhertin' me jî hêvî dikir ku dema agirbesta 2013'an de ew binpêkirinê mafê zarokan bi dawî bibe û hesabên wan bûyerên borî bê pirsîn."

'Tiştê herî girîn ev e;bîrbiriya dewletê ya zarokan'

Ezgî destnîşan kir ku zarokan ji salên 90'î û 2000'an rastî binpêkirina maf tên û ev tişt anî ziman: "Li vir tiştê herî girîng bîrbiriya dewletê ya li hemberî zarokan e. Dewleta ku ji bo Ugur Kaymaz kuştibû gotibû terorîst niha jî hewld dide zarokên ku li Cizîrê kuştî heman tişt bike. Ji ber ku ev jî zane sedema ti kuştina zarokan tuneye. Ji ber vê yekê astengî û zextê dide ser çapemeniya ku dibêje ne terorîste."

'Li Cizîrê ji bo zarokan gotina Rojbaş girîng e'

Ezgî der barê hevdîtînên xwe yên di meha Gulanê de bi zarokên Cizîrê re ser aştiyê de kirine de wiha got: "Dema axaftina me ya aştiyê de sê tiştên girîng gotin; yek vegotina roj baş, duyemîn nequtbûna ceyranan û sêyemîn jî neketina polîsan a taxan bû. Zarok wiha dijîn an bê ceyran an jî bi dîtîna serdegirtina malên ku ji aliyê polîsan ve tên kirin."

Ezgî da zanîn ku demên dawî de axaftina aştiyê ku bi zarokan re bi zehmete û wiha domand: "Zarok jiyaneke çawa dixwazin divê ji wan nêrîn bê standin. Ya rast zarok daxwazên xwe zanin. Her tim dibêjin azadî, zîman û nasname tuneye lê dibe ku em wan tiştan careke din ji devê wan bibihîzin. Divê hemû detayên montajê wekî; azadî lê azadiyek çawa?, nasname lê nasnameyek çawa? bi wan re bê kirin." Ezgî li gorî pirsê wan ên ku ji zarokan pirsîne dest nîşan dike ku ji aliyê derûnî ve bi bandor bûne û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku şîdet hestên zarokan ji aliyê bawerî de dihincirîne. Têkiliya zarokan hem bi civak û dewletê re hem jî bi jiyanê re qut dike."

'Ji bo bihîstina dengê zarokan; Ji Cizîrê Dengê Zarokan'

Ezgî da zanîn ku ew nikarin bi zarokên cihên dorpêç hene têkiliyan deynin û wiha dewam kir: "Em ji bo bi zarokan re têkili deynin blogekî bi navê 'Ji Cizîrê Dengê Zarokan' avakir. Em bi vê awahî hewl didin ku dengê zarokan bibihîzin. Hêvî dikim ku demekî kin de ji bo bihistîna dengê wan em bên ba hev." Ezgî bi bîr xist ku zarok encax di nav derdoreke aştiyê de dikarin xwe pêş bixin û wiha got: "Her wiha 139 rêxistin bi gotina 'çi dibe bila bibe ew zarok in" berpirsyariya dewletê tînin bîra wan."

Ezgî di dawiya axaftina xwe de baş kişand ser hewl danên xwe yên yekem ku mekanîzmayên navneteweyî bixin nav liv û tevgerê û ev tişt anî ziman: "Em derbarê rewşa zarokan de nîşeyên baş amede dikin û me da nûneriya Tirkiyeya UNICEF ê. Em hewl didin ku hemû rêxistinên mafên mirovan û mekanizmayên mafên mirovan bikevin liv û tevgerê."

(ea/rc)