Ji derûnzanên dildar ji bo zarokên Surê piştgirî

09:02

JINHA

AMED - Ji nûnerên civaka sivîl û Şaredariya Surê 25 derûnzanên dildar ji bo zarokên Surê ên ku ji ber şer travmeyên giran dijîn piştgirî.

Êrîş û dorpêça li ser navçeya Sura Amedê di roja 107'an de berdewam dike. Li hember polîtîkayên şer travmayên herî giran zarokên ku neçar mane her roj di bin dengê top û dangan de bijîne dijîn. Ji bo pêdiviyê derûniya zarokên Surê nûnerên civaka sivîl û şaredariya Surê dest bi piştevaniyê kirin. Ji aliyê Egîtim Sen, THİV, Konseyê Bajêr, Şaredariya Surê, Komeleya Şêwirmendiya Derûnî 25 derûnzanên dildar ji bo piştevaniya zarokên Surê dest bi xebatê kirin. Di xebata ku berî demek kurt hatibû despêkirin de ji bo 850 zarok û 500 malbat piştgirî hat dayîn.

'Pêvajo û travmayek dewam dike heye'

Ji Meclîsa Jin a Egîtim Senê Derûnnas Aycan Dîrîl diyar kir ku ew xwe gihandine gelek malbat û zarokan û wiha got, "Wek mirovên ku her roj em bi dengê topan hişyar dibin, ji bo zarokan em ê hewl bidin tiştek bikin. Zarok ji heyvek zêdetir di bin dorpêçê de travmeyek mezin dijîn. Divê ji bo zarokan em pispor bibînin ku bikaribe bi derûniya wan re yek bi yek eleqedar bibe. Ji ber vê niha armanca me bi piştevaniye kom avakirine. "

'Herî zêde em dixwazin xwe bighînin zarokan'

Aycan da zanîn ku bi 25 derûnzanên dildar xwe gihandine 850 zarokan û wiha pêde çû, "Di nava xebatê de armanca me zarokan ji travmayê giran yê şer rizgarkirine. Ji ber vê me bernameyê xwe derxistiye û li gorî wê me dest bi xebatê kiriye. Em niha li Rezanê dixebitin, hîna me xwe negihandî tevahî zarokan."Aycan bilêvkir ku zarokên wate didin şert û mercên şer gelek bi hêzin û got ji bo zarokan ew ê giranî bidin xebatê xwe. Di dawiyê Aycan anî ziman ku piştî Sur ew ê ji bo zarokên Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û bajarên din xebatê xwe bidomînin."

(rc)