Zarok bi coşek mezin şahiyên Newrozê pêşwazî kirin
17:55
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya cejna Newrozê li Rojavayê Kurdistanê ji bo zarokan şahî hatin li darxistin. Şahî bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê li bajarê Hesekê û Amûdê pêk hat.
Amûdê
Navenda Hûrî ya Çand û Hunera Demokratîk bi hevkariya mamosteyên Dibistana Mûsa Enter ji bo zarokan şahiya Newrozê organîze kirin. Di şahiyê de komên zarokan ên folklor, stran û şanoyê derketin ser dikê.
Zarokan bi amadekariyeke pir baş a hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin. Şanoya bi navê 'Ziman' û Rojava rastî eleqeyek mezin hat. Koma Şehîd Merwan ya ser bi Navenda Çand û Hunera Demokratîk a bajêr bi stranên xwe yên xweş dawî li şahiyê anîn.
Hesekê
Li Salona Silko taxa Xişman şahîya zarokan hate lidarxistin. Destpêka şahiyê de axaftin hatin kirin û cejna Newrozê li zarokan hate pîrozkirin. Cîhan Xelîl ji Saziya Malbatên Şehîdan axivî û berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê silav kir û ev şahî diyariyê zarokên kesên jiyana xwe ji dest dane kir. Cîhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Ev Newroz pîroz e, ji ber agirê azadiyê vêdixîne ji bo ku cîhanê geş bike."
Di berdewamiya şahiyê de komên zarokan bi cilên gelêrî derketin û stran û govend gerandin. Komên karate yên zarokan jî bernameyeke taybet pêşkêş kirin.
(ns-rh-ee/jh/rc)