Li Erdîşê Kreşa zarokan a bi navê Hêlîn Şen vekirin

16:47

JINHA

WAN - Kireşa ku ji aliyê Şaredaeriya Erdîşê ve hatî vekirin navê Hêlîn Şen a ku li Surê hatî qatilkirin lê kirin.

Li Taxa Alkanat a giredayî navça Erdîşa Wanê kreşa ku vebû navê Hêlîn Şen a (12) salî ku miha Cotmihê li navçeya Sur a Amedê hatî qatilkirin lê kirin. Di vekirina kreşê de rêvebirên HDP, BDP'ê endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî telî bûn. Di vekirina kreşê de Hevseroka Erdîşa Wanê Hatice Yildiz got ku li Kurdistanê zarok tên qatilkirin û wiha berdewam kir: "Hêlîn Şen jî yek ji wan zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatî qatilkirine. Şaredariya me navê Hêlîn Şen li kreşê kir, ve nêzîktiyek hesas û bi wataye. Kreşa bi navê Hêlîn wê bê jiyan kirin û em hêvî dikin ku êdî dawiya vî şerî were."

Endama Meclîsa Şaredariyê Birgul Keser jî anî ziman ku zarokên wan jiyana wanin û got: "Zarokên me bi zimanê dayikê perwerde nabînin, cihanê nasnakin."

Piştî axaftinan ji aliyê zarokan ve kreş hat vekirin.

(dt/zt)