Di Zarokistan de çalakiya Roja Avê ya Cîhanê

16:55

JINHA

AMED - CîhanMidûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya Roja Avê ya Cîhanê çalakiyek li dar xist û di vê çarçoveyê de fîlma “Çîroka Biratiya Dilopa Avê û Rondikên Avê” ku giringiya avê vedibêje ji zarokan re hate nîşandayîn.

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎyê, 22ê adarê Roja Avê ya Cîhanê bi çalakiyeke li Zarokistana li taxa Baxcilar a Rezanê pîroz kir. Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Selahattin Elçî, Alîkarê Midûr M. Zekî Kantacî û zarok beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de fîlma anîmasyon a bi navê “Çîroka Biratiya Dilopa Avê û Rondikên Avê” ku ji aliyê DÎSKÎyê ve hate amadekirin bi dublaja kurdî hate nîşandayîn. Piştre xebatkara Midûrtiya Çap û Weşan û Têkiliyên Gel Sebahat Demîrhan der barê giringiya avê ya li ser jiyana mirovan û xwezayê û parastina avê axaftinek kir. Sebahat diyar kir ku ji bo di paşerojê de zarok bê av nemînin divê ji niha ve tevdîr bêne girtin û got, “Sibê gava em diranên xwe dişûn divê avê nehêlin vekirî, divê em dayik û bavê xwe hişyar bikin ku avê bi awayekî peregende bi kar neynin. Av siberoja me ye, hûn siberoja me ne.”

Piştî Midûrê Giştî yê DÎSKÎ yê Sebahattin Elçî diyariyên bi boneya Roja Avê hatine amadekirin dane zarokan û ji ber beşdarbûna zarokan spasiya mamosteyên wan kir.

(dt/zt)