Li Wanê dibistana seretayî ya bi navê Taybet Înan hat vekirin
09:06
JINHA
WAN - Navê Taybet Înan a ku li Silopî ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin û 7 roj cenazeyê wê nava kolanê de hatibû girtin, li dibistana seretayî yê Wanê hat kirin. Zarokên ku li dibistanê dest bi xwendina ziman kirin, ji ber dê bi zimanê zikmakî xwe hîn çêtir îfade bikin, eleqeyek mezin nîşan dan.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, di encama êrîşên tevkujiyê yên dewletê de Taybet Înan hatibû qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li naverastê hatibû hêştin. Gundê Çîçekiya navçeya Artemêta Wanê jî di çerçoveyê xebatên 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dibistana Seretayî a ku di 5'ê Adarê de hat vekirin bi navê Taybet Înan hat kirin. Li dibistana ku bi zimanê zikmakî perwerde dide rastî eleqeyek mezin hat. Mamosteya Dibsitana Seretayî ya Taybet Înan Zûbeyde Urgun diyar kir ku zarok ji bo dayîk her dem xwedî girîngiyek mezinin û got, "Armanca me ew e ku em zarokan hînê zimanê zikmakî bikin û zarok bi hebûna xwe bijîn."
'Em navê dayika Taybet Înan didin jiyandin'
Zubeyde diyar kir ku ew navê Taybet Înan didin jiyandin û wiha domkir, "Me dibistana seretayî bi navê Taybet Înan avakir û me got em dayika Taybet Înan bi navê wê bidin jiyandin. Ji ber ku dayik di jiyana zarokan de jî xwedî cihek serekene. Bi vebûna dibistanê re hêjmar serî de kêm bû, lê her ku diçe hêjmar zêde dibe û dibistan rastî eleqeyek mezin tê. Zarok pêşiyê de zimanê zikmakî bizane û paşê jî dikare hînê zimanek din bibe. Mirov nikare dev ji zimanê xwe berde. Em hemû bi zimanê dayîkê mezin bûn. Mejiyê me û hişên me pê zimanê kurdî xwe dide jiyandin. Pêwiste ku em hemû di nava malê de zimanê xwe bidin jiyandin. Armanca me ew ê ku zarokên me jiyana xwe ji hebûna xwe qut nebin û perwerde jî bibînin."
'Zarokên temenê wan 4-6 li vir perwerde dibînin'
Zubeyda wiha dirêjî da gotina xwe, "Pêşiyê malbat difikiryan dê çawa be. Dûvre jî eleqeyek mezin nîşandan û zarokên xwe şandin. Eger pêdivî hebe em li dibistanên din jî zarokan hînê ziman bikin. Em li vir zaroka hînê çîrokan dikin, ji ber ku em mîrateyên bav û dayikên xwe ne, gotinên pêşiyên me û lêhîstokên wan jî didin jiyandin. Stranên kurdî hîn dibisn zarok li vir. Zarokên li vir temenê wan di navbera 4 û 6'an de ne. Li vir mamosteyek û alîgirek heye. Gelek lîstokên cuda cuda em diafirînin û demê me bi gel zarokan jî gelek xweş derbas dibe. Em zarokan hînê helbestên kurdî, dengbêjî û çandê Kurdî dikin. Ji bo pêşketina ziman her wiha divê zarok televîzyonên kurdî temaşe bikin."
(hk-db/rc)