Mala Zarokên Sêwî li Efrînê bendê alîkariyê ye
09:12
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Ji ber şerê ku li Suriyê 5 salin didome gelek zarok û jin bûn maxdûrê şer. Bi armanca parastina zarokan û defetên perwerdehî bên avakirin li Kantona Efrînê malên zarokên bê xwedî hat vekirin.
Ji bo parastin û xwedîkirina zarokên ku di şert û mercên şer de li Sûriyê koçber û bêmal bûne ango malbatên wan winda bûne, maleke sêwiya li Kantona Efrînê hate vekirin. Rêvebera Komeleya Nûpel Narşan Xelîl derbarê armanca wan ji vekirina malê zarokên sêwî de wiha got, "Armanc ji vekirina vê projeyê ew e ku zarokên windayî ango bêxwedî mane di atmosferekî baş de werin xwedîkirin û parastin. Herî zêde pirsgirêka zarokên windayî li bajarê Heleb, taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Efrîn de tê dîtin, ji ber vê yekê mala sêwiyan li Efrînê hate vekirin. Li vê malê piştgirî ji hemû aliyan ve ji bo zarok tê dayîn, çi derûnî, madî û manewî jî be alîkarî bi wan re tê kirin. Em jî li ser esasê peydakirina pêşerojeke baş ji bo van zarokan kar û xebatê didin meşandin."
Narşan da diyarkirin ku zarokên temen biçûk û heya 15 salî li wir tên pêşwazîkirin û wiha pêde çû: "Em zarokên temen biçûk heya 15 salî li mala sêwiyan pêşwazî dikin, piştî ku temenê 18'an jî derbas dikin em alîkariyê ji bo xwendin an jî dîtina karekî bi wan re dikin û li pêşiya xwestekên wan nabin asteng. Li ser rêveberiya mala sêwiyan du rêveber disekinin, 3 jinên din jî zarokan xwedî dikin û bi wan re ji hemû hêlan ve alîkariyê dikin. Hejmara zarokên ku li vir bi cih bûne 50 zarok in, li navendê ji ber tengbûna cih me tenê 15 zarok bi cih kirine, zarokên din jî li cem hin malbatên Efrînê hatine bi cih kirin ta ku maleke firehtir ji wan re were peydakirin. Em wekî Komeleya Nûpel ji bo xwendina van zarokan alîkariyê dikin, me navê wan li dibistanên navenda Efrîn, dibistana Gulên Efrînê û li hin dibistanên din jî qeyd kirin û hin mamosteyên teybet ji bo wan hatine erkdarkirin."
Narşan da diyarkirin ku navê zarokan li navenda Çand û Huner jî hatine qeydkirin û li wir çalakiyên mîna stran, muzîk û gelek çalakiyên din pêk tînin û wiha pêde çû, "Hefteyê du caran jî zarok derdikevin seyranê. Li derveyî Kantonê ji ber dorpêça heyî 20 zarok ku em dixwazin wan li vê malê bi cih bikin hene, em ji bo vê yekê jî hewl didin ku di demeke nêz de çareseriyê ji rewşa wan re bibînin. Ji bo peydakirina pêdiviyên zarokan cihên alîkariyê hatine vekirin, tê de alîkarî ji aliyê gel ve tê danîn. Alîkariyên mehane ji bo xizemeta Komeleyê tên komkirin. Ji aliyekî din ve cihekî mesrefa pereyan ji bo zarokan alîkarî kom dikir. Ev alîkariya ji bo alîkariya zarokan tê bikaranîn. Ji bo kirîna pêdiviyên wan ên dibistanê û hwd. pêdivî bikaranîn."
Narşan di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku pirsgirêka bingehîn a ku Komeleya Nûpel pê re rû bi rû dimîne, dîtina maleke mezintir e da ku bikaribin van zarokan tê de bi cih bikin û wiha got: "Ez ji hemû rêxistinan dixwazim ku alîkariyê bi me re bikin da ku em maleke mezintir ji bo van zarokan bibînin û em bikaribin hemû pêdiviyên wan ên jiyanê pêk bînin."
(hs/rc)