Rejîma Îranê cezayê sêdarê da 4 zarokan

14:13

JINHA

SÎNE - Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da 4 zarokên Kurd yên di girtîgehê de tên girtin. Zarokên ku cezayê sêdarê lê hatin birîn li Girtîgeha Sîneyê benda birina ber sêdarê ne.

Rejîma Îranê cezayê sêdarê da 4 zarokên kurdan. Li gorî nûçeya Saziya Mafên Mirovan a Îranê, Rejîma Îranê cezayê dardekirinê daye zarokên bi navên Yusif Mihemedî, Siyaweş Mihemedî, Amanc Ewîsî û Hêmin Hewramî Njad. Zarokên bi cezayê sêdarê hatîn cezakirin li Girtîgeha Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê dane sekinandin. Doza 3 ji wan zarokan li Dadgeha Bilind de tê lêkolînkirin. Lê Îtlaata Îranê xwe li benda Dadgeha Bilind negirtiye û cezayê wan ê darvekirinê erê kiriye.

Daxuyaniya Saziya Mafê Mirovan a Îranê girêdayî temenê zarokan wihaye; "Temenê her 4 zarokên cezayê darvekirinê danê û dê bibin ber sêdarê bin 18 saliyê denin."

Saziya Ceza ya Navnetewî jî berê di derbarê darvekirina zarokan de Îran şiyar kiriye û tê payîn ji bo cezayê 4 zarokan jî deng derxe û cezayê wan bide sekinandin.

(şb/zt)