Rahênana sporê bo zarokên bi otîzm

15:13

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgiriyê bi zarokên bi otîzm û malbatên wan re bike, bi mebeste rehabîlîtasyona bi sporê yek bi yek perwerdeya sporê dide wan.

Midûrtiya Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên bi otîzm û astengdarên dîtinê bi serperiştiya pisporan rahênana yek bi yek pêk tîne. Rahênan li Salona Rahênanê ya Midûrtiya Şaxa Sporê ya Sumerparkê tê biencamdayîn û 17 zarokên bi otîzm jê sûdê werdigirin. Bi vê rahênanê behreya bizaftinê ya zarokên astengdar tê geşkirin û ji bo zarokên bi otîzm jî bi mebesta rehabîlîtekirinê tê kirin.

‘Li gorî rewşa zarokan rahênan tê kirin’

Perwerdekar Ebru Zile, diyar kir ku ligel zarokên bi otîzm ew rahênanê bi zarokên bi sendroma down û nebîna re jî dikin, di rahênanê de ew rewşa zarokan li ber çavan digirin û li gorî vê perwerdeyê didine wan. Ebru, aşkere kir ku zarokên bizavên wan zêde ne giran bin, li derve bi wan re rahênana ajotina pisqêletê û basketbolê tê kirin û got ku zarokên ku bizaftina wan giran be jî di Salona Sporê ya Otîzmê de perwerde tê kirin. Ebru, da zanîn ku piranî rahênana kondisyonê bi van zarokan re tê kirin û got ku zarokên bi otizm ên temenê wan biçûk jî di Atolyeya Sporê de bi lîstikan rahênan tê kirin.

Perwerde bi komî tê kirin

Ebru, bal kişand ku zarokên bi otizm bizaftina wan an gelekî giran e an jî gelekî hîperaktîf e û weha got, “Hinek zarokên bi otizm ew çend giran in mirov nikare wan ji cihê wan rake. Bi rahênana sporê mebesta me ew e em van hinekî çist û çeleng bikin. her wiha hinek zarok jî masûlkeyên wan gelek qels in, em ji bo xurtkirina wan dixebitin. Ji bo zarokên hîperaktîf jî rahênana me ser hindê ye ku piçekî hêdîtir tevbigerin.” Ebru, destnîşan kir ku bi zarokên bizaftina wan giran e re yek bi yek rahênan tê kirin, lê bi yên din re bi awayekî grûb û komî rahênana sporê tê biencamdayîn.

Dê çalakî bêne pêkanîn

Ji aliyê din Midûrtiya Şaxa Sporê, bi boneya 2'ê Nîsanê Roja Pêhesandina Otizmê ya Cîhanê, 2'ê nîsanê li ser Kolana Mûsa Anter bi zarokên bi otizm û astengdar re dê daran biçînin û 3'ê nîsanê jî li Sumerparkê dê semînera Otizmê bête lidarxistin.

(rc)