Zarok ji bo pîrozkirina 4 Nîsanê diçin Rimêlan

15:14

JINHA

TIL TEMIR - Li kantona Cizîrê ji bo 4'ê Nîsan rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şahiyeke taybet ji bo zarokan li Rimêlan tê lidarxistin.

Li kantona Cizîrê bi munasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şahiyeke taybet ji zarokan re tê lidarxistin. Zarokên bajarê Til Temir bi kêfxweşiyeke mezin ber bi bajarê Rimêlan ve bi rêketin.
Beriya ku zarok bi rêbikevin Endama Kongreya Star Dilşa Yunis ji ajansa me re axivî û da diyar kirin ku ew ê şahiya xwe li bajarê Rimêlan lidar bixin. Dilşa di dewama wiha got, "Armanca şahiya me ew e ku em zarokan bînin gel hev û bi dilşadî rojê pîroz bikin. her wiha em ê diyariyan li zarokan belav bikin. Bi vê coşê em ber bi Rimêlan ve diçin."

(ja/rc)