Li Cizîrê zarokbûn: Êdî na peyîvin!

09:13

JINHA

ŞIRNEX - Rapora hevbeş a ku di qedexeya derketina kolanan a ser Cizîrê de binpêkirinên mafan û rewşa zarokan vedibêje. Li gorî raporê hat diyar kirin ku zarok napeyîvin.

Di navbera 14'ê kanûna 2015'an û 2 ê adara 2016'an de 79 rojan bê navber ser navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina kolanan berdewam kir. Di navbera 6 û 8'ê adarê de rapora hevbeş li taxên Yafes, Sur, Cudî û Nuh ê hat amadekirin. Baroya Amedê, Komeleya Rojeva Zarokan, Komeleya Mafê Mirovan, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyê bi hev re rapor amadekirine. Di raporê de şahidiya zarokan, tiştên hatine jiyan kirin û çavdêriyên lêkolînvanan cîh digire. Çavdêriyên di derbarê tiştên zarokan tevahî qedexeya derketina kolanan de jiyan kirî jî cîh digirin.

Qetilkirin û birîndariya zarokan

Li gorî daneyên di rapora TÎHV'ê de hatî diyar kirin binpêkirinên mafan ji 16'ê tebaxa 2015'an heta 18'ê adara 2016'an li Cizîrê herî kêm 38 zarokan jiyana xwe jidest dane. Temenê zarokên hatine qetilkirin ji 35 rojî heya 18 salî ne. Her wiha ji aliyê gelek kedan ve hat diyar kirin ku di nava cenazeyên hîna nehatine tespîtkirin de zarok jî hene. Di hevdîtinên hatine kirin de pirsgirêka herî mezin zarokên birîndar ji herêma şer dernexistinbû. Girêdayî vê mijarê bavekê got: "Cîranê me zaroka xwe ya birîndar dema ku hewilda bi alaya sipî bibe nexweşxanê jî hat gulebaran kirin." Li gorî çavdêriyan ev tenê ne di dema birîndariyê, di dema nexweşan de jî hatiye jiyan din.

Zarok nedibirin nexweşxanê

Zarokan dan zanîn ku di dema qedexeya derketina kolanan de ew bûne şahidê mirî û birîndaran. Di hevdîtinan de hat zanîn ku zarok di venêrîna tenduristiyê re nehatine derbaskirin û zarokên divê gihandibana nexweşxanê nedibirin. Li Taxa Cudiyê dayîkekê destnîşan kir ku di dema qedexeya derketina kolanan de binguhê zaroka wê werimîne wê nekariye bigihîne nexweşxanê û wiha got: "Me li gorî derfetên xwe îdare kir. Zarokên me nexweş ketin ji ber ku me di ava cemidî de dişiştin."

‘Êdî zarokên me napeyîvin’

Mirovên gihayî diyar kirin ku di aliyê nerê nî de vê pêvajoyê deruniya zarokan gelek bandor kiriye. Ji mamostayên Cizîrê S. U jî got: "Zarokên me yên herî nesekinî êdî dengê wan dernakeve." M. A ku li Cizîrê rojnamegerî kirî jî bilêv kir ku gelek zarokên li derdora wan êdî napeyîvin. Bavekê jî rewşa zarokên xwe wiha anî ziman: "Zarokên me êdî napeyîvin." Li gorî çavdêriyan zarok bi kuranî tirsiyane, gelek ji wan di xwê de diciniqin, hinek nikarin rakevin û bi dengek hêdî jî diciniqin. Dayîkekê jî girêdayî zaroka xwe ya 10 salî wiha axivî: "Keça min 10 saliye yekem car di dema qedexeya derketina kolanan de bi xwe de mîs kir." Jinek dinê jî got: "Her şev keça min di xewnê de dibêje; 'kanê mala me, kanê mala me' û digirî." Dayîkekê jî ji bo kurê xwe yê 8 salî got: "Kurê min her şev di xewnê de dibêje; 'dayê deng tê, dê bên me bikujin' û digirî."

‘Ez dixwazim biçim dibistana xwe bilîzim’

Di dema qedexeya derketina kolanan de zarok qet derneketin derve di jiyana zarokan ya rojane de kêmaniyên piratîkî derketin. Zarokek ê refa 4'an wiha axivî: "Gotin qedexeya derketina kolanan heye. Erê qedexeya derketina kolanan hebû, dîsan jî dengê çekan û bombeyan dihat min ew tênegihişt. Dayîka min her ji min hêrs dibû, ji bo ez dernekevim derve. Heta dema em derdiketin baxçe jî hêrs dibû. Ez gelek aciz bûm. Min dixwest ez biçim dibistanê. Ez li mamostayê xwe geriyam, lê bersiv neda. Em paşê jî çun gund."

‘Gelo ferqa me ji zarokên aliyê Tirkiyê çiye?’

Di raporê de di dema qedexeya derketina kolanan de û paşê zarokan çawan têgihiştiye heye, li gorî mamosta û xizmên zarokan axivîne û çavdêriyên derketî wihaye:

* “Hinek zarok gelek ji polîsan ditirsin, hinek zarok jî heya dawiyê li hember tîmên taybet bêtirs û heta bi awayek îrsk bigire bê hêrsek a meydan xwendinê ne.

*Li gorî agahiyên mamostayan dayî daxwaza zarokan a tevlîbûna rêxistinê hîn zêdebûne. Li gorî agahiyan li hember êrîşek din dema çêbibe zarok dê çawan mala xwe biparêzin û hîn baştir şer bikin li ser vê difikirin û daxwazên wan winane.

*Zarokek 10 salî jî bi gotinên weke 'leşker hîn baştirin, polîs hîn xiratirin' peyîvî.

*Zarokek ê neçarmayî koçbike jî di dema nivîsîna raporê de daxwaza xwe bi awayê ew êdî naxwaze vegere Cizîrê aniye ziman û gotiye: 'Ewqas tiştên nayên texmînkirin hatin jiyankirin. Me ewqas êş kişand ku em ji her tiştî sar bûne.'

*Li gorî çavdêriyan hat dîtin ku zarokan pir wate nedane tiştên qewimîne. M. yê 14 salî dibistana xwe nîvî de hêlaye û li Êlihê berdewam kiriye, lê ev qet nexwestiye û çima ev çêbûye jî tênegihiştiye.

*Zarokek keç a 13 salî jî bi awayê nivîskî nêrîna xwe wiha aniye ziman: 'Çima em her tim di malê de hatin hepiskirin, ser malan de girtin gevên kuştinê li me xwarin. Gelo ferqa me ji zarokên aliyê Tirkiyê çiye?'

*Dibistanên li der sinir ji bo zarokan metirsiya dîtina mayînan, ji wana ziyan dîtin û bi wana jiyana xwe jidest dayîne."

(zt)