Navenda Hûrî ya Çand û Huner şahiyek lidar xist
15:25
JINHA
AMÛDÊ- Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Navenda Hûrî ya Çand û Huner û bi tevlîbûna mamosteyên dibistana Melayê Cizîrî şahiyek ji bo zarokan hate lidarxist.
Çalakî û pîrozkirina 4'ê Nîsanê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Gel bi çalakiyên curbecur rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah pîroz dikin. Li dibistana Melayê Cizîrî ya bajarê Amûdê û bi amadebûna mamosteyên wê dibistanê, Navenda Hûrî ya Çand û Huner bi boneya 4'ê Nîsanê şahiyek ji bo zarokan lidarxist.
Şahî bi deqeyeke rêzgiritnê dest pê kir. Di şahiyê de zarokan şanoyek bi navê "Wîjdan" pêşkêş kirin, li kêleka vê şanoyê hin helbest ji aliyê zarokan ve hatin xwendin, stran û folklor hatin pêşkêşkirin. Bi sedan zarok li vê şahiyê bi cilên xwe yê gelerî amadebûn.
Şahî bi gerandina govendê û belavkirina şêranî bidawî bû.
(rh/hs/rc)