1. Mihrîcana Xwendekarên Efrînê despêkir

15:49

JINHA

EFRÎN- Di dirûşmeya "Bi şagirtên xwedî çand û exlaq re ber bi civakeke azad ve" Lijneya Fêrkirin û Perwerde kirina Civaka Demokratîk mîhrecanek ji bo zarokên Kantona Efrînê lidarxist.

Lijneya Fêrkirin û Perwerdekirina Civaka Demokratîk ji bo hemû zarokên dibistanan mîhrecanek lidarxist. Mîhrecan li Peymangeha Viyan Amara ya wêje, dîrok û rêzimanê kurdî hate lidarxistin. Di mîhrecanê de mamosteyên dibistanan û nûnerên lijneya fêrkirin û perwerdekirinê jî amade bûn. Bi sedan ji zarokên dibistanan li peymangehê amede bûn û bi diyar kirina helbest, şano û hin pêşkêşiyên ku wan bi xwe amede kiri bû kêfxweş bûn. Mihrîcana ku piştî deqeyek rêzgirtinê despêkir rastî eleqeyek mezin hat. Piştî axaftinan çalakiyên mîhrecanê hatin destpêkirin. Di roja yekem de koma Têkoşer Cemal û Rêzan û Doxan û Koma Dibistana Hevalan û hin komên din taybet bi pêşkêşkirina şano û helbestan ve amade bûn û çalakiyên ku bi xwe amede kiri bûn li wir pêşkêş kirin. Stranên niştîmanî û şoreşgerî jî hatin gotin.

Mîhrecan dê sê rojan bidomîne, li navçeyên Kantonê jî dê ev mîhrecan pêk were, kesên ku di navçeyan de biserbikevin dê di mîhrecana navenda Kantonê de cihê xwe bigirin.

(fr/hs/rc)