Ji bo zarokan atolyeya xêzefîlman
11:36
JINHA
AMED - Zarokên ku xwendekarên Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne, beşdarî atolyeya xêzefîlman bûn, çîroka xêzefîlmê çêkirin û di fîlmê de hemû dengên xweristî vegotin.
Xwendekarên Konservatura Bajêr a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî atolyeyên xêzefîlman ku “Kîjan Mafên Mirovan? Atolyeyên Zarokan ên Festîvala Fîlman” bûn. Di xebata atolyeya du rojî de 14 zarokên 9-14 salî beşdar bûn û ji çîrokên zarokan fîlm hate sazkirin.
‘Zarokên tiştên xweşik diafirînin’
Perwerdekara atolyeyê Sînemagera Belgefîlmê Elif Ergezen, diyar kir ku ew li deverên cuda cuda bi zarokan re têne cem hev xebatên atolyeyê çêdikin û her dem ew van xebatan dadigerînin atolyeya zarokan. Elîf bal kişand ku ew bi zarokan re atolyeyên xêzefîlm, kurtefîlm, peyker û wêneyan çêdikin û li gorî daxwaza zarokan ew atolyeyan li dar dixin. Elîf weha got, “Li vê derê jî cihekî wek Konservatuara Aram Tîgran hatiye damezrandin. Zarok tiştên gelek baş çêdikin. Xebata bi wan re gelekî xweş e. Ji bo me jî ezmûneke baş e.”
Ew bi xwe çîroka xwe dirêsin
Elîf aşkere kir ku çîrokan zarok bi xwe çêdikin û got ku ew çîroka çerçiyekî Sûrê vedibêjin ku berê bi du zarokên xwe re li wê derê dijiya, niha ji wir bar kiriye. Elîf, wiha got, “zarok, di çîrokên xwe de êdî kuştinê naxwazin bibînin. Di nav ev qas kuştinê de naxwazin çîrokên kuştiyan birêsin. Qenc e ku zarok vê hizra xwe didine der.” Elîf bal kişand ku zarok ji hevîrî ji xwe re qerekteran çêdikin û ew jî bi wan fîlman çêdikin.
Derhênerê Animasyonê Çaglar Çakar jî, diyar kir ku ew cara yekê ye tê Amedê û ji bo wê cihê kêfxweşiyê ye ku bi zarokan re xebateke wiha dike.
Dibistana Çand û Hunerê ya Zarokan vedibe
Koordînatora Beşa Zarokan a Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar, diyar kir ku ew lê dixebitin ku ji beşa zarokan a niha payizê Dibistana Çand û Hunerê ya Zarokan damezrînin. Şêrko, behsa xebatên beşa xwe kir.
(rc)