Li Tirbespiyê ji bo zarokan şahî
18:04
JINHA
TIRBESPIYÊ - Bi dirûşmeya 'zarokên azad pêşeroja jiyana azad in' saziya Zimanê Kurdî şahiyek taybet li gundê Moherike ya ser bi bajar organîze kir.
Bi munasebeta ber bi dawîçûna dibistanan saziya Zimanê Kurdî şahiyeke taybet ji bo zarokan organîze kir. Di şahiyê de ku li gundê Moherikê hate çêkirin de şagirtên dibistanan amade bûn. Li wir Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî Rozerîn Îsmaîl axaftinek kir û diyar kir ku zarok pêşeroja gel in. Di berdewamiya şahiyê de şagirtên Dibistana Til Şeîr stran gotin. Şagirtên dibistana Beyandor jî pêşbirk kirin û di dawî de xelat li kesên ku serketine hate dayîn.
Zarokan bi lîstokên bi navê 'mişk, pisîk û beq' hem bixwe pir demeke xweş derbas kirin hem jî temaşevanên xwe dane kenandin. Di dawiya şahiyê de ji tevahiya zarokan re diyarî hate dayîn.
(en/rc)