Xeyalê zarokên birîndar bûyî aramiya jiyanê ye

09:14

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Rojda Ebdo yê ku li Taxa Şêx Meqsûd di encamê êrîşên çeteyan de birîndar bibû wiha got, "Ez dixwazim bibim parêzer û parastina mafê zarokan, gelê xwe û gelên bindest bikim."

6 hezar xwendekarên taxa Şêx Meqsûd ji ber êrîşên çeteyên Opozîsyonê nikarin biçin dibistanên xwe. Êşkên zarokên Şêx Meqsûd tenê bi neçûyîna dibistanan bisînor nabe. Tevî ku Desteya Perwerdeyê ya Girêdayî Meclîsa Taxê ji bo ewlehiya zarokan biryar da ku dibistan werin girtin, lê ji ber roketên çeteyan li malan ketin gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn. Yek ji van xwendekaran jî Rojda Ebdo ye ku ji ber êrîşan birîndar bû.

Rojda Ebdo ya 14 salî diçû dibistana Rifat Hec Sirî ya li taxê û di refa 8'an de dixwend. Piştî ku roket li dibistana wan ket, mecbûr ma ku ji dibistanê mehrûm bibe. Di sibeha 16'ê Sibatê de bi parçeyê hewanê ku li nêzîka mala wan ket birîndar bû, ew şandin nexweşxaneya Heyva Sor a Kurdistanê û ji bo were dermankirin ew şandin Kantona Efrînê. Rojda niha li cem kalikê xwe li gundê Kokanan a girêdayî herêma Mubata dimîne.

Rojda hîna jî di xewnên xwe de dibîne ku ew vedigere taxa xwe û xwendina xwe didomîne. Rojda ji derdorên xwe dipirse "Çima ewqas bi dijwarî êrîş li ser taxa me tê kirin?" û wiha didomîne "Ez her sibehê diçûm dibistanê. Min hevalên xwe didîtin. Lê van êrîşan em ji hev cuda kirin."

Rojda bi dilê xwe yê pak lê xemgîn wiha dibêje "Taxa me rûbirûyê êrîşên dijwar tê, derman û xwarin tune bû. Rojane jî gelê taxê li ber çavên me dihatin kuştin." Rojda herî zêde dixwaze aramî vegera taxa wan û ew dîsa bikaribe dibistana bixwîne û dersên xwe yên fêrbûna mûzîkê dewam bike. Rojda ji bo pêşerojê jî ji niha ve planên xwe hene. Dibêje "Ez dixwazim bibim parêzer û parastina mafê zarokan, gelê xwe û bindestan bikim."

(rc)