Pêşengeha Cîhana Zarokan hat lidar xistin
18:47
JINHA
QAMIŞLO - Dibistana Cîhana Zarokan ku taybet bi zarokên astengdar e û di sîwana Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê birêxistin bûye, pêşengehek bi berhemên zarokên astengdar hate vekirin.
Dibistana Cîhana Zarokan ku di sîwana Desteya Jinê de saz bûye, pêşengeh li Taxa Qûdûrbeg a Navenda Bajarê Qamişlo bi berhemên zarokên astengdar hat vekirin. Di pêşengehê de wêne, karên destan yên zarokên astengdar hatin pêşkêşkirin. 60 zarokên astengdar bi berhemên xwe tevlî pêşengehê bûn. îro bi dehan ji niştecihên bajêr serdana pêşengehê kirin û bi heyranî li karên ku zarokan çêkirin temaşekirin.
Rêvebera Dibistana Cîhana Zarokan ku di komîteya amadekar a pêşengehê de cih digire Neda Hac Îbarahîm ji ajansa me re axivî wiha got, "Em li vir dixwazin fêrî zarokan bikin ku tiştên zêde yên malê, dikarin bi awayeke pir xweş bikar bînin û tiştên xweşik pê çêkin. Navenda me salek û du mehe xebat dike. Mamosteyên me tev jin in û beriya vê bi du mehan me pêşengeha wênexêzî lidar xist. Herwiha xebatên wek şano û folklor hatin kirin. Em dixwazin ji bo zarokên me li dibistanê xebatên wiha bidomînin."
Neda destnîşan kir ku pêşengeh rastê elaqeyeke baş hatiye û di berdewama gotina xwe de got bila malbatên ku zarokên wan astengdarin piştgiriya zarokên xwe bikin, bi wan re elaqedar bibin û wan ji bo pêşketinê teşwîq bikin.
Bûşra Silêman dayîka xwendekarê dibistana Cîhana Zarokan bi navê Birîn diyar kir ku, piştî bihîstiye dibistanek taybet bi zarokên astengedar vebûye pir kêfxweş bûye û niha zaroka wê di vê pêşengehê de berhemên pir xweş amade kiriye. Bûşra spasî li mamosteyên Cîhana Zarokan jî kir û got: "Kurê min piştî dest bi xwendina di vê dibistanê de kir, fêrî hejmaran û herfan bûye. Her dixwaze biçe dibistanê û bi hevalên xwe re bimîne."
Bûşra bang li malbatan jî kir ku zarokên xwe yên astengdar bişînin dibistanên taybet û li ser perwerdeya wan bisekinin.
(hs-lç/rc)