Ji mudaxîlên doza Vakfa Ensar bertek: Ev doza sergirtina Ensar ê ye

13:30

JINHA

KARAMAN – Ji mudaxîlên doza Karamanê ya Wexfa Ensar, KAİMDER û Wezîra Malbatan bertek mezin dibin. Parêzera Komisyona Hiquqê ya HDP'ê Şîlan Aydin diyar kir ku darezandin bi awayek dadgerî nayê dîtin. Ji KCDP'ê Ayşen Ece Kavas jî got: "Hewildidin tecawîzkaran biparêzin, ji niha de bê ku şerm bikin tecawîzkaran dixin rewşa mexduran. Hewildidin gotinên weke 'Carekê tiştek nabe' têxin meriyetê. Tê dîtin ku dadge fermana girtî dixe beriyetê."

Doza Muharrem B. ê ku di mal û yurdên girêdayî Wexfa Ensar û KAİMDER ên Karamanê de îstismara zayendî li 10 zarokan kirî îro li Dadgeha Cezayê Giran a Karamanê hat dîtin. Ji buroyên Stenbol, Enqere, Amed û Karamanê gelek parêzeran xwestin tevlî dozê bidin. Wexfa Ensar û KAİMDER'ê yên ku ji doza îstismara zarokan tên darezandin teleba hevkariyê kirin. Wezîra Xizmetînê Civakî û Malbatan Sema Ramazanoglu ya ku ji bo zarokên rastî îstismara zayendî hatî gotina "Carekê tiştek nabe" kiribû jî taleba hevkariyê pejirand.

parlementer jî di navê de yên xwestin weke çavdêr beşdarî dozê bibin negirtin salonê, li ser wê bertekên "Hun ji gel çî diveşêrin?" bilindbûn. Tayîbetî jî girêdayî hevkariya Wexfa Ensar û KAİMDER'ê bertek mezinbûn. Rêxistinên jinan bi rêya JINHA yê anîn ziman.

'Daraz bidadî rêve naçe’

Ji Komisyona Hiquqê ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê Parêzer Şîlan Aydin di derbarê dozê de ji JINHA yê re wiha axivî: "Me jî xwest ser navê HDP'ê beşdarbibin. Ji xwe sucê li hember zarokan kirî di heman demê de li hember mafê mirovan kirine. Ji bo wê jî tenê zarok ne dibin çavdêriya malbatan denin, bi awayek xwezayî divê civakê her kesê bigire bin çavdêriyê. Em jî weke partî û jin di qada mafê mirovan hîn zêdetir baldarin. Ji bo wê jî me daxwazek wiha kir. Lê mixabin daxwaza me hat redkirin. Daxwaza Wexfa Ensarê ya tevlîbûnê hema hat pejirandin. Ji xwe ji duh êvarî de diyar bû ku dê desturê nedin partiyên siyasî û STK tevlî bibin. Hîna daxaza me ya tevlîbûnê hîn nebûyî red kirin. Ji xwe bi van helwestan tê dîtin ku dê doz bi dadwerî neyê meşandin. Em li vêderê bi biriyar libendêne, parlementerên me di hindir denin, wan bi awayê çavdîrî serlêdan kirine."

‘Tê dîtin dixwazin dozê ber bi ku ve bikêşin’

Endama Desteya Rêveberiya Merkesa Giştiya SES'ê Belkis Yurtsever jî got, “Em vê dozê giring dibînin. Li gel ku Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê li gel Wexfa Ensarê bi xwe jî di nav deninb daxwaza wan a tevlîbûnê pejirandin. Lê daxwaza me rêxistin û saziyên jinan li gel sendîkayan ên di vê mijarê de baldar ne pejirandin. Em vê rewşê şermezar dikin, tenê daxwaza baroyan pejirandin. Ev jî bi kude birina dozê nîşan dide."

‘Di pêş de dê bibe dosa parasina Ensar ê’

Sekretera Jinên Buroya Sendikaya Karkeran Meryem Çag, jî da zanîn ku di dîroka Tirkiyê de ev doz gelek giringe û wiha domand: "Ji xwe beşdarbûna Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê li gel Wexfa Ensarê tê dîtin ku dê bibe doza parastina Ensar ê. Ji ber di daxuyaniya despêkê de Wezîra Malbatan parastina Ensar ê kir. Îro tevlîbûna wan a dozê mexduriyek çawane pejirandina wê ye. Em difikirin ku tenê niha kesek tê darezandin dê wî tenê ceza bikin û bi wî awayî ser bûyerê bigirin. Lê emê dest ji şopandina dozê bernedin."

‘Fermana girtî dixin meriyetê’

Nûnera Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan (KCDP) Ayşen Ece Kavas jî wiha got: “Ji xwe ev rewş diyarbû. Dixwazin tecawîzkar biparêzin, ji niha de bê şerm tecawîzcî weke mexdur nîşandidin. Lê emê li hindir û derve dengê xwe bilind bikin. Ji despêkê heya niha bê hiquqî tevdigerin. Dixwazin gotinên weke 'Carekê tiştek nabe' bêxin meriyetê. Ne tecawîzkar dixwazin me qedexe bikin. Dadgeh fermana ku girtiye dixe meriyetê. Heya hemû berpirs neyên darezandin emê tekoşîna xwe berdewam bikin."

'Kursiyê ne tevlîbûn bersucbûnê'

Meclisa Jinên HDP'ê jî ser navnîşana Twitter a xwe ya fermî gotin, "Li cihê kiriyar, berpirs Fail, KAİMDER, Wexfa Ensar û Wezîra ASP'ê bihatana darezandin, tevlî dozê bûne. Emê nehêlin tecawîzkar veşartî bimînin. Cihê van saziyan ne tevlîbûn darezandine. Bersuc nabin beşdarvan. Em li Karamanê ne, alîne û li gel zarokanin."

Di derbarê Ensar ê de lêpirsîn berdewam dike

Îro dema ku bersuc Muharrem B. di dozê de tê darezandin, di derbarê wexf û komeleyên ku îstismara zayendî dibin berpirsiyariya wan de hatiye kirin jî lêpirsîn berdewam dike. Tê payîn ku di derbarê Wexfa Ensar Vakfı û KAİMDER’ê de lêpirsîn bê vekirin.

Şaxa İHD'a Enqerê di dozê dene

Endama Komisyona Jinan a Şaxa İHD'a Enqerê Saliha Şahin û Endamê Komisyona Mafê Zarokan Hasan Erdogan jî tevlî runiştina dozê bûn. Gelek endamên saziyên civaka sivîl ên di qadan de parastina mafê zarokan dikin û rêxistinên jinan ên ji bajarên cuda jî hatin xwestin tevlî runiştina dozê bibin. Di serî de daxwaza parlementer û çavdêran jî di navê de gelek daxwaz hatin red kirin. Salon vala kirin û yek bi yek parêzer girtin hindir.

(zt)