Zarokên Gever û Wan: Em 23 Nîsanê Cejna Zarokan pîroz nakin

11:09

Hatîce Kaya/JINHA

WAN - Zarokên Geverê ên ku ji ber êrîşê dewletê neçar man ji heval û malbatên xwe dûr bikevin û derbasî Wanê bibin diyar kirin ku 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan êdî wateyê wê nîne û wiha gotin, "Dewlet zarokan qetil dike. Li holê zarok ne hêştin. Em çewan qala cejna Zarokan bikin?."

Her sal roja 23’ê Nîsanê li Tirkiye yê qaşo cejna zarokan tê pîroz kirin. Li Tirkiyeyê gelek zarok ji bo 23'ê Nîsanê Roja Cejna Zarokan xwe amade dikin. Li aliyê din gelek zarok jî di nava şert û mercên şer de bi mirinê re her roj rû bi rûne. Ligel ku zarok hebûn û pêşeroja gelan e û jiyan bi zarok e xweş e, li Tirkiyeyê rewşa zarokan ne li gor vê rastiyê ye. Bi sed hezaran zarokên ku di temenên biçûk de di karên giran de dixebitin, bi hezaran zarokên girtî û bi sedan zarokên hatî qetilkirin, ji bo pîrozkirina 23'ê Nîsanê tu coş û wate jî nahêle. Bi taybet zarokên Kurd ên li Kurdistanê bi mirin, sirgûn û zextên giran re rû bi rû ne. Zarokên Wanê û Geverê têkîldarê mijarê diyar kirin ku ew tu cejin pîroz nakin û wiha gotin, "Em cejna 23’ê Nîsanê qebûl nakin ji ber ku zarokên mîna me tên kuştin. Em cejna wan naxwazin, em zarok li ser axa xwe azad bijîn bes e.”

‘Zarok çi kirine ku tên kuştin’

Eylem Tekîn(10) a ku ji Geverê hatî Wanê, anî ziman ku ew li Geverê gelek kêfxweş dijiyan û wiha got, "Li wir hevalên min pir zêde bûn. Em li Geverê her roj diçûn dibistana xwe û dema em dihatin malê jî bi gel hevalên xwe dilîstin. Lê niha hevalên min tune ne. Gelek zarok hatin dê çawa 23'ê Nîsanê pîroz bikin. Zarok çi kirine ku tên kuştin. Ez dixwazim biçim ser axa xwe. Bila êdî hevalên me neyên kuştin. Ez li axa xwe, mala xwe azad bûm.”

‘Hevalên min di nav şer de mane’

Gafar Aslan (15) jî da zanîn ku ew li gel hevalên xwe ji ber êrîşan hatine Geverê û wiha berdewam kir, "Em ji ber dibistanê hatin lê malbatên me di nav êrîşan de ne û em nikarin guh bidin dibistanê. Em tenê axa xwe û malbata xwe difikirin.” Gafar destnîşan kir ku gelek hevalên wî jî nav şert û mercên şer de ne û wiha pêde çû, "Em li ser axa xwe keyfxweş bûn. Ax, heval, mamosteyên me gelek cûda ne ji bo me. Dewletê em ji bo ezmûnê anîn Wanê lê derdê me malbatên me ne.” Gafar got ku tu wateya 23'ê Nîsanê ji bo zarokan nemaye û wiha domkir, "Li Wanê amedekariya 23’ê Nîsanê tê kirin. Lê kes ji bo zarokên tên qetilkirin û koçkirin ti tiştek nafikirin. Em gelek xemgîn in. Em vê cejnê qebûl nakin.”

‘Bila cejna wan ji bo wan be’

Gulcan Tekîn (13) jî weke zarokên din anî ziman ku cejna 23'ê Nîsanê qebûl nake û wiha axivî: “Li hemû deran hevalên me tên kuştin. Em ji 23’ê Nîsanê hez nakin û bila cejna wan jî bo wan be. Em dibînin ku zarok tên kuştin. Me her sal cejna zarokan li ser axa xwe pîroz dikir lê îsal em pîrozbahiya wan qebûl nakin. Daxwaza me ew ê ku em bi gel malbata xwe biçin li ser axa xwe."

‘23’ê Nîsanê ne roja zarokên mîna me ye’

Seyîthan Sefer (11) yek ji wan zarokan e ku ji bo debarê alîkariya malbata xwe dike. Seyîthan dema ku ji dibistanê derdikeve di nava sûkê de heya êvarê bi qapana xwe mirovan dikêşe. Seyîthan anî ziman ku ew ji bo malbata xwe dixebite û wiha got: “Ez jî hez dikim ku mîna hemû zarokan li gel malbata xwe dema xwe derbas bikim, lê neçar im ku bixebitim. 23’ê Nîsanê ne roja zarokên mîna me ye. 3 hevalên min hene û ji Geverê hatine. Gelek xemgîn in, em heval moral didin wan lê digirîn. Rojek mamosteyê me qala 23’ê Nîsanê kir û got 'Cejna zarokan e.' Wê demê hevala min a ji Geverê hatî giriya. Ji ber ku zarok tên kuştin û hevala min jî di nav şer de derketibû. Em jî gelek xemgîn in jî bo wan. 23’ê Nîsanê Roja zarokan e lê hemû zarok xemgînin çawa dibe roja cejna zarokan. Ez jî nikarim pîroz bikim ji ber hevalên xwe.”

‘Zarok nehiştin dê çawa cejna zarokan pîroz bikin'

Besna Abî (12) li ser bandora şer a li ser zarokan axivî û got: "Hemû kes ji axa xwe derketine. Hevalên me ên Geverê hatî hene û gelek xemgîn in. Zarok nehiştîn dê çawa cejna zarokan pîroz bikin. Bila zarok li ser axa xwe azad bijîn. Wê demê em dikarin cejna zarokan pîroz bikin. Daxwaza me zarokan ew e ku em neyên kuştin.”

‘Bila zarok bi kenîn’

Mehmet Kaya yê 10 salî jî got: “Ez 23’ê Nîsanê pîroz nakim. Hemû hevalên min li ser axa xwe derketine û xemgînin ji bo wê em jî xemgînin. Eger ku hemû zarok azad bûn û ne hatin kuştîn li ser axa xwe keyfxweşbûn wê demê bila bejin roja zaroka heye. Bila zarok tenê bi kenin.”

(rc)