Zarokên Til Temir Karatê dibînin

15:49

JINHA

TIL TEMIR - Aktîvîteyên zarokan li navendên sporê yên başêr berdewam dikin. Herî zêde jî bala zarokan li ser karateyê ye.

Zarokên bajêr di çarçoveya aktîvîteyên sporê de berê xwe didin qadên karateyê. Niha li bajêr kursa fêrbûna karateyê vebûye û zarok ji bo fêrbûnê her roj seat 2'an berê xwe didin saheya sporê. Di nav koma kursa karateyê de beşdariya berçav a keçan jî bal kişand. Di kursa niha de 4 keç û 6 lawik cih digirin. Zarok her roj seatekê karate dileyîzin. Zarokan diyar kir ku ew ji bo ku bikarin bedena xwe xurt bikin beşdarî karateyê dibin. Zarokên keç jî gotin ku ew dixwazin fêrî spora parastinê bibin, lewma karate hilbijartine.

Zaroka binavê Nesrîn Hesen got ku ew dixwaze di bajêr de spor zêdetir pêşbikeve û zarokên keç bikarin çalaktir beşdariyê bikin û got; "Ez ji sporê hez dikim. Spor ji bo tendûrustiyê pir baş e. Ez daxwaz dikim tevahiya keçan berê xwe bidin qadên sporê."

Neserîn da zanîn ku ew dixwaze bibe mamosteya sporê, ji bo tiştên hînbûye fêrî zarokên pêşerojê jî bike.

(rh-ja)