TSK, zarokan hînî mîlîtarîzm ê dike
16:24
Duygu Erol/JINHA
ENQERE - Her sal li Tirkiyê 23 Nîsanê wek cejan zarokan tê pîroz kirin.
Li gel polîtîqayên şerê li Kurdistanê tê meşandin, her roj mafê zarokan û jiyana wan tê gasp kirin. Duh li hemu dibistana çalakiyên Cejna Zarokan 23 Nîsanê pîroz kir. Tirkiyê her sal bi qatlîama zarokan di keve 23 Nîsanê. TSK bi vîdeoyê 23 Nîsanê da ber çavan ku bi salane Cumhuriyeta Tirkiyê zarokan fêrî netewperest, nijadperest û mîlîtalîzmê dike. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (IHD) ji sala 2015'an heya niha di êrîşên çekdarî, cinayetên kar, girtîgih û tevlî zarokên ku ji ber şer penaber bûn 617 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo ku hijmara zarokan zêde nebe li Tirkiyê gelek rêxistinan banga aştiyê kir lê vîdeoyê ku TSK ji bo zarokan amede kirî dîsa ji banga şer û mîlîtarîzmê barkirî bû. Di video dê zarokên bi cilên leşkerî halatê keştiyê dikişand û ji aliyê din ve zarokan gotin; 'Bismillah halatler fora' bal kişandin.
Di nava cilên leşkerî de keştiya şer di xebitînin
Dema ku ev li Tirkiyê dihat jiyan din gelek rêsxistinan ji bo nema îstîsmara zayendî û qatilkirina zarokan bê jiyandin bertek nişandan. Li gel ku Tirkiye tedbîra qatilkirina zarokan negirt li dibistanê bajarên Tirkiyê roja Cejna Zaroka 23 Nîsanê pîroz kirin, lê li Kurdistanê zarokan cejin li kolanê qedexe, di nav şer de derbas kirin. Civakna, derunas û perwerdekar ji bo ku zarokan ji hawîrdorê şer û mîlîtalîzme dur bixe niqaş dikirin, TSK jî bi vîdeokî teybet 23 Nîsanê da ber çavan ku zarok ji dewletê re ne xeme.
Di vîdeoya ku TSK amede kirî de bala mirovan kişand zarokên temenê wan di navbera 3- 10 cilên Hêzê Çekteri yên Tirkiyê, Hêzên Deryayi yên Tirkiyê, Hêzên Hewayi yên Tirkiyê li zarokan kirin û keştî û balafirên şer zarok di vîdeo ê de lîstandin. Di video de dikin ku zarok bi hesidinê pîşeyên leşkerî û di nava cilên lekerî de balefiran difrînin û talîmatê leşkerî dan. Di axaftina zarokan de peyvên nijadî û ne wek hevî hatin axaftin.
Hinek ji wan axiftinan wiha ne:
- Bismîllah halat fora.
- Li asoyê keştiyek!
-Ya me.
-Bismîllaha fundo.
-Bi selamet.
(dt)